
Nunerê ÎHD’ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan der barê mijarê de agahî dan ANF’ê û diyar kir ku hestiyên 12 kesan bi awayeke dizîka li goristana bêkesan a navçeya Matkî ya Bedlîsê hatine veşartin, ji bo vê yekê ÎHD û xizmên wendahiyan ketin nava hewldanan, lê bi hinceta “nepenî” heye, Dozgeriya Matkî û Dozgeriya Komarê ya Wanê hemû hewldanan bê bersiv hiştin.
Nunerê ÎHD’ê da diyarkirin ku wana ji bo hestiyên 6 kesên din serî li Dozgeriya Matkiyê daye, lê her çendî mehek bi ser re derbas bû jî, heta niha tu agahdakirinên fermî nehatine dayîn.Ceylan diyar kir ku wana di daxwaznameya xwe de pirsa aqûbeta 6 cenazeyên kiriye û got ku heta niha der barê ev cenaze ne li kû ne, nasname hatine aşkerekirin an na de tu bersivek nedane daxwaznameya wan.Nunerê ÎHD’ê Hasan Ceylan ragihand ku ew ji aqûbeta 6 cenazeyan bi fiark in û diyar kir ku divê testên DNA’yê ji aliyê saziyên serbixwe û navneteweyî ve pêk bê û got, “Ji ber biryara nepenî ya ji aliyê dozgeriyên Matkî û Wanê ve hatine dayîn, hemû hewldanên me bê bersiv mane. Hemû hewldanên me yên ji bo 6 cenazeyan bê bersiv mane. Ev yek jî gumanên me yên der barê vê yekê de zêde dikin. Bersivnedana serlêdanên me jî ne hiqûqî ye.”
Ceylan ji rayedaran xwest ku aqûbeta 6 cenazeyan bi rayagiştî re parve bikin û banga hestyariyê kir.
ANF/BEDLÎS