Xebat û hewldanên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên Kurdan ên ji bo makeqanûnek demokratîk didome. Kurt, divê pêvajoya ku niqaşên makeqanûna nû tên kirin, li ser 4 xalên girîng bûn hemfikir û hevar. Nûnerên partî û dezgehên Kurdan daxwazên xwe yên hevpar anîn ziman û diyar kirin ku daxwazên wan ên sereke, nasname, ziman, statu û xweserî ye. Partiyên Kurdan ku pêşniyarên xwe ji Komîsyona Lihevhatina Makeqanûnê re şandin, li ser daxwaz û pirsgirêkên Kurdan ên bingehî rawestiyan. Nûnerên Kurdan di niqaşên hevpar de xwestin ku nasnameya gelê Kurd di makeqanûnê de bê parastin û ewlehya wê bê girtin. Xwestin ku mafê rêxistinî li gorî pîvanên gerdûnî û navnenteweyî bê qebûlkirin û astengiyên li pêş rêxistinbûnê rabe. Kurdan, xwest ku karibin bi navê Kurd û Kurdistanê komele û saziyan ava bikin û ev mafê wan bê parastin. Kurdan, xwest zimanê Kurdî wekî zimanê fermî bê qebûl kirin û karibin bi zimanê Kurdî li her qada jiyanê perwerdehiyê bibînin û serbest biaxivin. Kurdan xwest gelê Kurd karibin li ser axa Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin û xweser tev bigerin. Nûnerên Kurdan, destnîşan kir ku ji bo van daxwazên xwe bi raya giştî re parve bikin û piştgiriyê bixwazin dê mîtîng, semîner, panel, civîn, kampanyayên îmzeyan pêk bînin.


TDŞK: Divê daxwaz li ber çavan bên girtin
Berdevkê Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd (TDŞK) Îmam Taşçier, diyar kir ku ji ber pirsgirêka Kurd êdî teqez pêdivî bi makeqanûnek nû û demokratîk heye. Taşçier, anî ziman ku êdî divê teqez daxwazên Kurdan li ber çavan bên girtin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan divê daxwazên wan bên parastin û esas bên girtin. Taşçier, destnîşan kir ku ger dixwazin dinava gelê Kurd û tirkan de muzakereyekê ava bikin divê daxwazên Kurdan di vê makeqanûna nû de cih bigirin û esas bên girtin. Taşçier, bilêv kir ku 4 daxwazên Kurdan ên esasî hene û wiha got: "Em ji bo van daxwazên xwe bi civakê re parve bikin em dê heta nîsanê mîtîng, semîner, konferans û çalakiyan pêk bînin. Ger ku ev daxwazên me li ber çavan neyên girtin em Kurd dê makeqanûnê boykot bikin."

HAK-PAR: Emê hêza xwe bikin yek

Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Umît Tektaş, jî anî ziman ku êdî gelê Kurd li ser makeqanûna nû xwedî daxwazên hevparin û wiha got: "Daxwazên hemû gelê Kurd li zer 4 xalên ziman, nasname, statu û xweseriyê dibin yek. Ev ne tenê daxwaza partiyekê ye. Ev daxwaza hemû partiyên siyasî komele û dezgehên gelê Kurd in. Em bi hemû saziyên sivîl ên civakî û nûnerên gelê Kurd de ev fikrên xwe parve kirin û daxwazên hevpar dexistin. Em dê kampanya îmezayan û konferansê pêk bînin. Kurd dixwazin bi ziman, nasname û dîroka xwe li ser axa Kurdistanê bi reng û ruyê xwe bijîn. Dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin."

KADEP: Makeqanûna nû pêngavek nû ye
Cîgirê Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfu Baksî jî anî ziman ku gelê Kurd li ser 4 xalên bingehîn bûne yek û wiha got: "Kurd dê li ser van daxwazên xwe bi ser bikevin. Kurd di hilbijartina 12'ê hezîranê de bûn yek û serkeftinek mezin bi dest xistin. Em dê daxwazên Kurdan ên hevpar bidin qebûlkirin. Em dê di nava gel de civîn, panel, semîner, miting û çalakiyakn pêk bînin. Em dê van daxwazên xwe bi civakê re parve bikin. Roj roja hebûn û tunebûna Kurdan e. Hemû daxwazên Kurdan ên azadî û nasnameyê bi kuştin, girtin û cezayan hate bersivandin. Em dixwazin ev yek bi dawî bibe. Divê Kurd hemû hêza xwe û tifaqa xwe bikin yek. Ger ku em peyvên Kurt û Kurdistanê di makeqanûnê de bi cih bikin wê demê em dê ji tunebûnê qelas bibin." Baksî, bal kişand ser operasyonên bi navê KCK'e tên meşandin jî û wiha got: "Operasyonên bi navê KCK'ê û tecrîda li ser Ocalan bi makeqanûna nû ve girêdayî ye. Serokwezîr bi xwe mikur hat. got MİT bi emrê min bi Rêberê PKK'ê re li Îmralî hevdîtin pêk anî. Lê piştî vê daxuyaniyê tecrîdê dest pê kir. Dixwazin daxwazên Kurdan kêm bikin û hindik daxwazên Kurdan di makeqanûnê de bi cih bikin.

OSP: Emê platformekê ava bikin

Serokê Giştî û Sazûmankarê Partiyen Sosyalîzm û Azad (OSP) Sînan Çiftyurek jî destnîşan kir ku ger Kurd bi hevre nebin tifaq û yekîtiya xwe ava nekin nikarin daxwazên xwe di makeqanunê de bi cih bikin. Çîftyurek, bilêv kir ku pêwiste ew van daxazên xwe bi riya siyasetê û çalakiyên cuda bi civakê û cemaweriyê re parve bikin. Çîftyurek, bilêv kir ku dê platformek hevbeş ava bikin û wiha got: "Em dê platformekê ava bikin. Ger ku cih û dema wê hat em dê vê platformê fireh bikin. Em dê hemû beşên civakê nûnerên partiyên siyasî, sendîka, ode, komele û rêxistinen civakî jî têxin nava vê platformê. Em dibêjin 4 patî dê platformek mayinde ava bikin. 4 daxwazên me yên sereke ziman, nasname, statu û xweserî ye. Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Divê Ocalan jî di navde hemû girtiyên siyasî bê şert û merc azad bibin. Divê Ocalan wekî alî bê qebûl kirin û azad karibe biaxive.


NAZAN SALA - DÎHA/AMED