Saziya Malbatên Şehîdan a Asûriyan nasnameya 9 cangoriyan û 4 sivîlan ên ku di encama êrîşên sibata 2015‘an ên DAIŞ‘ê li ser gundên Til Temir ragihand.

Saziya Malbatên Şehîdan a Asûriyan a bajarê Til Temir bi armanca ragihandina nasnameya cangoriyên Zerevanên Xabûr merasîmeke li Dêra Qedîsa lidar xist. Saziyê cihê merasîmê bi wêneyên cangoriyan xemilandibû.

Di merasîma eşkerekirina nasnameyên têkoşeran de, şandeyên ji partiyên siyasî, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, şervanên Zerevanên Xabûr, Hêzên Natura û pêkhatyên Til Temir amade bûn.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Asûriyan Odeyna Kena, li ser navê Meclîsa Malbtên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hesen Ubeyd, li ser navê Partiya Asûriyan a Demokratîk Yûsiv Adem, li ser navê TEV-DEM‘ê Mihemed Seyîd Şêxmûs, li ser navê navê Zerevanên Xabûr Şemûn Kakilo, li ser navê Hêzên Natura Jonî Hirmiz, li ser navê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatima Dahir axaftin hatin kirin.


Nasnameya 13 cangoriyan

Nasnameya 9 cangoriyên Zerevanên Xabûr ev in: Şamîran Îşo, Wîdad Yûnan, Şelîmon Sefer, Ibrahîm Qeteyîne, Yûxena Qetîna, Zeya Denxa, Şemûn Somer, Dr. Ebdulmesîh Noya û Asûr Ibrahîm.

Nasnameya sivîlan jî wiha ye: Besam Mîxaîl Îsa, Werda Werda, Yûsif Doşî û Samî Hirmiz.

Çeteyên DAIŞ‘ê di 23‘ê Sibata 2015‘an de êrîşî gundên Til Temir kir. Şervanên YPG/YPJ‘ê, Hêzên Natura, Hêzên Zerevanên Xabûr, Meclîsa Leşkerî ya Asûriyan beriva çeteyan da. Pevçûn di nava 3 mehan bi dijwarî rû da. Di encamê de çeteyên DAIŞ‘ê derbeyên giran xwar û gund ji çeteyan hate rizgarkirin. 


 ANHA / TIL TEMIR