Serokwekîlê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsa Partiya Gel a Komarê a Tirkiyeyê (CHP) û Parlemeterê Stenbolê ê heman partiyê Sezgîn Tanrikûlû raporeke bi sernavê ‘Binpêkirinên mafên mirovan di Tebaxa 2018’an de’ parve kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku di Tebaxê de di bûyerên civakî de yên ku dewlet midaxilî bûye 38 kes hatine birîndarkirin. Di vê mehê 294 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hate bibîrxistin ku mirina 41 jinan di encama şidetê de bûye, li girtîgehê 2, di çarçoveya sûcê kînê de 2, di qetilkirina kar de 180 û di kategoriya bi sernava koçberan de jî 9 kes mirine.

Di mijara ‘Êşkence li gel Nêzîkatiyên Xirab û Êşkence ya li Girtîgehan’ de jî 182 bûyerên binpêkirina mafên mirovan hatine raporkirin.

Her wiha di raporê de di çarçoveya ‘Îfadeya Azadiya Derbirînê’ de ji ber parvekirinên li ser tevnên civakî jî hejmara kesên hatine destgîrkirin, hatine girtin yan jî derbarê wan de di warê hiqûqî de kar hatî kirin jî, li gorî daneyên Wezareta Karê Hundir 1205 e.

Hasil, ‘Ji ber parvekirinên li ser tevnên civakî’ jî 5 kes hatine girtin, temamê ‘Binpêkirinên Azadiya Rayê û Derbirînê’ jî hezar û 224 e.

Di raporê de hate xuyakirin ku di Tebaxê de komeleyek hatiye girtin û qeyûmek ji bo şaredariyê hatiye wezîfedarkirin, dîsa herî kêm 40 aktivîte û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin, 5 aktivîte, xwepêşandan û şano hatin qedexekirin. Dîsa 227 kes ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, aktivîte û çalakiyan hatine destgîrkirin.

 

ENQERE