
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 15 gerîlayên jin ên di encama operasyonên li navçeya Xîzana Bedlîsê û Hawêla Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
15 gerîlla jiyana xwe ji dest dan
Di daxuyaniya HPG´ê de tê diyarkirin ku di di 24’ê Adarê de li herêma operasyonê di navbera gerîllayan û eskerên artêşa Tirk de şer rû daye û di vî şerî de 15 gerîllayên jin jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de weha tê gotin: "Me hewl da ku em piştî vê bûyerê, agahiyên der barê şer de zelal bikin, lê ji ber sedema şert û mercên zivistanê, yekîneyên me yên li herêmê nekarîne xwe bigihînin agahiyên zelal.”
Banga xwedîderketin û serhildanê
HPG’ê ragihand ; “Ji bo em destûr nedin ku dijmin weke piştî her windahiyan dest bi hewldanên xwe yên manîpulekirinê bikin û li hemberî malbatên me dest bi hewldanê rencîdekirinê bikin, me pêwîst dît ku agahiyên nasnameyên gerîlayên me yên li vê herêmê bi gelê me û raya giştî re parve bikin.Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me di vê mijarê de hewldanê pêwîst bikin û wê bi rihê serhildanê xwedî li hevalên me yên ku nasnameyên wan eşkere bûn derbikevin.
Lorî daxuyaniya HPG´ê, navê gerîllayên ku li herêmê bûn û niha nikarin têkîlî bi wan re were danîn weha ne:
Leyla Altan (Arjîn Garzan)
Parlak (Bêrivan Semsûr)
Yildiz Cumo (Rojda Efrîn)
Selma Avcı (Berfin Roza)
Meyaser Orbay (Diljîn Cilo)
Ayşe Ahmet (Silav Soran)
Ozlem Atsak (Ronahî Dêrsim)
Mizgîn Aratemur (Hêvî Roj)
Asuman Mucel (Viyan Dîrok)
Şukran Îmaç (Mizgîn Garzan)
Gurbet Altun (Rojevin Amed)
Welat Argış (Bêrîtan Timok)
Şehriban Argış (Rûken Aslan)
Gulistan Basutçu (Yêrivan Azadi)
Rozerin
Marya
ANF/BEHDÎNAN
Ji YJA-Starê banga serhildanê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ji bo 15 gerîllayên jin yên di 24’ê Adarê de li navçeya Xîzan a Bedlîsê û naveçeya Hawêl a Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. YJA di daxuyaniyê de bang li gelê kurd kir ku bi rihê serhildanê xwedî li cenazeyan derbikevin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîtiya Jinên Azad (YJA-Star), daxuyaniyekê nivîskî weşand ê destnîşan kir ku gelê kurd ji pêvajoyeke şer ya û operasyonan derbas dibe. YJA-Starê got:"Weke hêzên gerîlayan me di sala 2011 de dest bi 4’emîn hemleya stratejîk a berxwedanê kir, ev berxwedana bênavber di sala 2012 de jî berdewam dike."
Operasyonên tinekirinê dixin dewrê
Di daxuyaniyê de YJA-Starê diyar kir ku ji ber berxwedana gel û çalakiyên gerîllayan yên di demên dawî de hêzên dewletê ketine tengasiyê û ji ber vê yekê serî li van rêbazan didin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Jixwe sedema van êrişên xwînxwarî û hovane jî bêçarebûn û tengezariya wê ya li hemberî berxwedana me ye. Ji ber vê, hemû operasyonên bi armanca tunekirinê di zivistanê de dest pê kirin."
YJA-Starê diyar kir ku ji ber şert û mercên zivistanê nikarin bi yekîneyên xwe re peywendî deynin, ji ber vê jî agahiyên berfireh ên der barê vê bûyerê de negiştine destê wan. Di daxuyaniyê de der barê operasyonê de weha tê gotin: "Her çend agahiyên berfireh negihiştibe destê me jî, gerîlayên me yên jin li hemberî êrişa dijmin berxwedaneke dîrokî û destanî nîşan dane. Ger tiştên tên gotin rast bin, ev yek jî wê bi xwedîlêderketina gelê me yê welatparêz û malbatên hêja yên hevalên me ya li cenazeyan bi temamî eşkere bibe. "
Li hemberî êrîşan banga seferberiyê
YJA-Starê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev cara yekem e ku li herêmekê evqas gerîlayên jin bi hevre jiyana xwe ji dest didin û bi vê yekê êrîşên hikûmeta AKP’ê ku bi salane li hemberî jinan bi êrişkarî tevdigere gehişt asta herî jor. YJA-Starê li hemberî van êrîşan banga serhildan û seferberiyê li gel kir û weha got: "Li hemberî zîhniyet û êrişeke wiha, helbet wê gelê me bi ruh û giyanê serferberiya topyekun li keçên xwe yên hêja xwedî derbikevin. Ji ber ku di hedefa vê êrişê de nirxên me yên civakî hene. Hedefkirina nirxên me yên civakî tê wateya derbelêxistina gelê me. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me li hemberî vê bûyera bêhempa li keçên xwe yên berxwedêr xwedî derbikevin, vê yekê bike hinceta serhildaneke mezin û vê bûyerê bike sembola şerê gel ê şoreşgerî. Ji ber ku di cewhera her yek ji van jinan de şoreşek heye. Kesayetên mezin hertim xwedîlêderketineke mezin heq dikin. Ew ê ji bo gelê me bibin taca serhildanê. Ji ber wê jî gelê me wê bi xurtkirina serhildan û rêxistinbûnê û berxwedanê tola van keçên xwe yên berxwedêr hilînin. "
´Emê berxwedan û têkoşînê xurt bikin´
YJA-Starê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo xwedîderketina gerîllayan wê têkoşîn û berxwedanê xurt bikin û ji her demê zêdetir tevlî xebatên şoreşê bibin. YJA-Starê destnîşan kir ku êrîşa li dijî gerîllayên jin rastî Hefteya Qehremaniyê hatiye û weha hat gotin: "Bi munasebeta Hefteya Qehremantiyê hêrsa me bigihe asta herî jor. Bila hikûmeta APK’ê vê yekê baş bizane ku her çendî bixwaze gerîlayên me yên jin qetil bike, tu carî nikare dînamîka têkoşîna jinê biqedîne. Cihê her yek ji wan ji aliyê keçên me yên welatparêz ve tên dagirtin. Gerîlayên me yên şehîdbûne, bedelên bi rûmet azadiya Rêber APO û çareseriya Xweseriya Demokratîk a bi pêşengiya Şoreşa Kurdistanê pêş dikevin in. Her çendî şehadeta hevalên me êşeke mezin dabe me jî, lê em vê bûyerê weke wendahiyekê nanirxînin. Ji ber vê yekê ev bûyer ji bo gelê me û gerîlayên me ne wendahiyeke. Berovajiyê wê ev yek hinceta me ya xurtkirina têkoşînê û gehiştina serkeftinê ye. Em weke hêzên HPG û YJA-STAR’ê vê bûyerê weke wesîleya tohildanê dibînin û soz didin dê heyfa wan bê hildan."
YJA-Starê di dawiya daxuyaniyê de ji bo malbatên gerîllayên jiyana xwe ji dest danê û hemû gelê kurd sersaxî xwest û bang li hemû kurdan kir ku bi serhildanan xwedî li wan derbikevin.
ANF/BEHDÎNAN