
Malbata Kurt a ku xwest navê "Berxwedan" li zarokê xwe yê nû hate dînê bikin jî rastî van astengiyan hat. Suphî Kurt ê ku xwest navê "Berxwedan" li zarokê xwe bike ji bo nasnameya wî derbixe çû Midûriyeta Nifusa Bagcilarê û rastî qedexeya tîpên "X û W" hat. Li ser vê yekê Midûriyeta Nifûsê ya navçeyê ji bav re pêşniyareke sosret û balkêş kir. Midûrê Nifûsê ji bav re got, "Ji ber ku ev tîp bi Kurdî ne hûn nikarin fermî bikarbînin. Lê hûn dikarin bi tîpên Tirkî navê Kurdî lê bikin."
Kurt piştî nekarî navê "Berxwedan" li zarokê xwe bike neçar ma navê zarokê xwe "Şervan" qeyd bike.
'Hişmendiya qedexe bû asteng'
Kurt bertek nîşanî rewşê da û wiha got: "Wateya navê Berxwedan ji bo min gelek mezin e. Demek berê min biryara wî navî li zarokê xwe bikim girtîbû lê hişmendiya qedexekar ji vê yekê re bû asteng."
Kurt balkişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li ser Kurdî û hikûmeta AKP'ê di bin navê demokratîkbûnê de dibêje "Kurdî serbest e" lê di piratîkê de tu pêşketinên wisa tunene. Kurt, da zanîn ku ev yek nîşaneya bêtehemûliya li hemberî Kurdî ye û bertek nîşanî vê yekê dan.
KADRÎ OZKAN/DÎHA/STENBOL