Koma Şano ku ji roja hatiye avakirin û heta niha bi 8 lîstikên profesyonel ên şano derket ser dikê, niha bi listîka yek lîstikvan a jin derdikeve ser dikê. Koma şano ku heta niha bi sedan skeçan derket pêşberî gel û di şahî û mîtîngan de pêşandanên cuda pêşkêş kir. Niha jî bi rûyekî nû derdikeve ser dikê. Şanoya ku ji yek lîstikvan a jin pêk tê bi navê "Nava Du Neynûkan" derdikeve ser dikê. Lîstikvan û şanoger Pelda Bal ku 4 sa lin di nav xebatên Koma Arsen Paladovê ya BKS'ê de cih digire dê bi Kurdî lîstikê pêşkêş bike. Lîstika Nava Du Neynûkan ku ji yek lîstikvan a jin pêk tê dê di meha Çileyê 2013'an de li Salona Yilmaz Guney a Sînemayê galaya wê bê pêşandan Piştî galaya lîstikê hat kirin dê lîstik derkeve tûra herêmê û li bajaran bê pêşandan.


Wekî sazî ji bo gel şano

Bal, anî ziman ku ew bi vê lîstikê dixwaze pirsgirêkên jinên li ser axa Kurdistanê dijîn û astengiyên li pêş wan li ser dikê bi şanohezan re parve bikin. Bal ku cara ewil bi lîstika "Werne Ziman" dest bi şano kir wiha axivî: "Ji ber ku li ser axa 'Kurdistan'ê yekem car jin di lîstika yek kesî de cih digire û dilîze heyecana wê zêde ye.
Bal, anî ziman ku di nav 4 salan de gelek lîstikên şano lîstin, wiha got: "Êdî gel lîstikên bi qalîte û watedar dixwaze. Dixwazin bêtir peyamên xurt û naveroka wê xurt be. Em wekî sazî ji bo gel şano amade dikin û pêşkêş dikin. Em lîstikên ku amade dikin di rojên taybet de peşkêş dikin. Ez bawer dikim ku em ê di pêşerojê de lîstikên hîn bi qalîte û baştir amade bikin û pêşkêş bikin.
Bal, da zanin ku wekî jin li dîstika ku pirsgirêka jinan tîne ziman de cih digire û wê pir dixe nav kelecanê. Bal, da zanîn ku ev lîstik berpirsiyariyeke mezin dide ser wê û barê wê giran e. Bal, destnîşan kir ku di diroka Kurdan de cara yekem jinek Kurd di nav xebateke wisa de cih digire û bi serê xwe derdikeve ser dikê. Bal, anî ziman ku ew carna di xewna xwe de lîstikê dilîze. 

DÎHA/ÊLÎH