Rêveberê herêma Rojhilata Navîn ê UNICEF´ê (Rêxistina ji bo zarokan a Neteweyên Yekbûyî) Ted Chiaban doh daxuyaniyek da û got, li “Bakurê Sûriyê” 8 zarokên din hatine kuştin. Lê vî rêveberê hanê ku navê Til Rifetê hilda û got, “her 8 zarok jî temenê wan di bin 15 salan de bû” yan bîr nebir yan jî bi qesta navê komkujer hilneda. Wî behsa êrişa dewleta Tirk a a pêr a li dijî Til Rifetê dikir ku tê de 11 sivîl şehîd bûn. Wî dîsa bi hevokeke şêlo bang “li aliyan hemûyan” kir da ku mafê zarokan biparêzin. Lê heger ew bi xwe hîna nikaribe navê komkujer hilde, wê çawa ev banga wî tesîrekê bike, ne em û ne jî muhtemelen ew dizane.
Navê dewleta Tirk a komkujer hilneda