Navê dewleta Tirk li Efrînê xerabî ye
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê revandin û îşkenceya li ser welatiyên Efrînê didomînin. Li aliyê din derket holê ku çeteyan li ser malên talanê li hev nekirine û bi hev ketine. Her wiha hate ragihandin ku nêzî nexweşxaneya Avrîn mayînek teqiye.
Çavkaniyekî ji Efrînê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê welatiyê bi navê Mihemed Îbiş Nesan (55) ê ji gundê Hecî Hesna ya Jorîn bê sedem revand û paşê di bin êşkenceyê de ew kuşt.
Heman çavkanî dest nîşan kir ku çeteyan destpêkê keça Mihemed Îbiş revand û piştî pereyekî mezin ji malbatên girtin, ew serbest berdan. Paşê Mihemed Îbiş bi xwe revandin û di bin êşkenceyê de ew kuştin.
8 kesê din revandin
Li aliyê din çavkaniyekî ji gundê Afraze ya navçeya Mabara jî diyar kir ku koma çete ya bi navê Lîwai El-Şemal 8 welatiyên bi navên Emîn Reşîd Dawid (44), Horîk Ebdo Elo (45), Emîn Mihyedîn Elo (32), Ziyad Nûrî Ziyad (38), Xebat Mihemed Hesen (27), Xalid Mihemed Nesan (35) û du birayên bi navên Mihemed Ehmed Henan (34) û Ehmed Henan (30) revandin.
Pereyan ji malbatan dixwazin
Çavkaniyan dest nîşan kir ku çeteyan welatiyên revandin birin girtîgeha gundê Qobê ya navçeya Raco ya Efrînê û ji malbatên wan pereyan dixwazin da ku wan berdin. Li Efrînê di navbera komên çete yên girêdayî artêşa tirk a dagirker de dema ku milkên welatiyan ku dizîbûn, li hev parve dikirin, pevçûn derket. Li aliyê din li nêzî Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê mayinek teqiya.
Çavkaniyeke ji bajarê Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re (ANHA) re ragihandiye ku pêr di nîvê şevê de li nêzî Dibistana Salih El-Elî ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê komên çete yên artêşa Tirk milkên welatiyan ,ên dizîbûn, li hev parve dikirin. Di dema parvekirinê de di navbera çeteyan de pevçûn derket. Di encamê de gule bê ser û ber hatin reşandin.
Talan didome
Heman çavkanî dest nîşan kir ku çete talankirin û diziya mal û milkên welatiyan didomînin û ev tişt anî zimên: “Ên ji malên xwe derdikevin, malên wan bi temamî tê dizîn.”
Çavkaniyekî din jî diyar kir ku pêr saet derdora 24.00’an li nêzî Nexweşxaneya Avrîn mayinek teqiya. Derbarê encama teqînê de tu agahî nehatin bidestxistin.
Çavkanî her wiha dest nîşan kir ku li kantona Efrînê aloziyeke mezin didome û artêşa Tirk û çeteyên yên bi navê “Ehrar El-Şerqiye, Polîsên Azad, Polîsên Leşkerî” piştî teqînê seferber bûn û çûn û hatina derdorê bi temamî qut kirin. EFRÎN