Şefê hilberîner ê otomobîla markeya Elman a Audi ku bi xwe şaxekî Volkswagenê ye, ji ber skandala motorên dieselê hate girtin.

Dozgeriyê meha Gulanê, şefê Audi Rupert Stadler û endamekî desteya rêveberiyê sûcdar kiribû ku di motorên dieselê de hîle kirine. Dozgeriyê bi hinceta ku delîl dikarin ji holê bên rakirin, biryara girtina şefê Audi da.

Volkswagenê sala 2015’an qebûl kiribû ku ji bo 11 milyon wesayitên wan ên bi motorê dieselê dixebitin, ji testên emîsyonê (gazên egzozê) derbas bibin, bernameyeke kompûterê ya hîle li ser kirî, bi kar aniye. 600 hezar ji van wesayitan li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bûn. Di wesayitên xwedî bernameya hîle li ser kirî de hatibû tespîtkirin ku normên wan ên emîsyonê bi 40 qatî zêdetir in ji ya destûr dayî.

 

BERLÎN