Avci, da zanîn ku ew dê di 13'yê Tîrmehê de bi konserekê vekirina parka Metîn Lokumcu, Halîl Îbrahîm Oruç û Dorşîn bikin. Avci, destnîşan kir ku dê di heman rojê de Parka Halîl Îbrahîm Oruç jî vebikin.
Avci, bilêv kir ku H. Îbrahîm Oruç di şermezarkirina vetokirina YSK'ê de jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Em dê her du malbatan bînin cem hev û bi hev re wan parkan vebikin. Şaredariya Peyasê dê her tim navên kesên ji bo gelan jiyana xwe ji dest dan li qadan bide jiyîn û vê yekê weke deynekî mirovahiyê dibîne."
Avci, anî ziman ku qurdeleya parkan dê ji aliyê malbata Lokumcu û Oruç ve bên birîn. Avci, da zanîn ku ji bo birinê Egîtîm Sen, KESK, ODP û Malên Gel û partiyên siyasî dewet kirin.
DÎHA/AMED