Cemîl Turan Bazidî bi romana xwe ya bi navê “Navê min Azad e” (My name is Azad/Me Llamo Asad)
hêjayî Xelata Taybet a Akademîk a UNESCO´yî hatiye dîtin.
Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî, di vê romana xwe de behsa drama malbateke Kurd dike ku piştî fermana Helebce, koçber bûbû.
Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî, di dema darbeya eskerî ya 12´ê Îlona 1980´yî de li Tirkiyê heyamekê di girtîgehê de ma û piştî hat berdan, li Yewnanistanê bi cih bû. Ev nivîskarê Kurd ê nişteciyê Yewnanistanê romana xwe ya hêjayî xelatê hatî dîtin jî li vî welatî nivîsî.
Romana Azadê Helebceyî
Azad ku lehengê romanê ye, piştî sala 1988´yan ji neçarî koçber bûye, tevî dayik, bav, keç û kur ewilî diçe Îranê, piştre berê xwe didin Tirkiyeyê. Ew malbat bi rêya çemê Merîçê hewl dide derbasî Yewnanistanê bibe, da ku ji wir biçe welatên din ên Ewrûpayê. Lê tenê zarokê bi navê Azad dikare derbasî Yewnanistanê bibe û dayik, bav û xwişka wî li aliyê Tirkiyeyê tên girtin. Wan vedigerînin Iraqê. Malbatê wiha agahdar dikin ku Azad di çêm de xeniqî ye.
Nivîskar, Azad bi xwe nas kiriye û roman xwe disipêre serpêhatiya Azadî bi xwe ku yeke bi rastî qewimiye.. Cemîl Turan Bazîdî, romana xwe sala 2005´na nivîsiye, lê ji ber ku derhênerekî Fransî xwestiye rêzefilmekê jê çêke, weşana wê rawetandiye. Bi her halî, piştî ku ji ber hin sedeman projeya rêzefilm naçe serî, ev roman sala 2015´an tê weşandin û belavkirin. Romana ku pêşî bi Yewnanî derçû, paşê li Spanî û Ingilîzî jî hat wergerandin.
Cemîl Turan Bazîdî ji bo xelatê ji dezgeheke ragihandina Kurdî re dibêje, “Romana min jî ji ber ku çand, huner, kevneşopî û exlaqê Kurdan bi baş û serketî nîşan daye, di lîsta namzetên vê xelatê de cih girtiye. UNESCO vê xelata akademîk hem dide wergera romanê û hem nivîskarê wê. Min ev xelat li ser navê hemû miletê Kurd wergirt.”
NAVENDA NÛÇEYAN