HEMED EBDO / SÎLVA MISTEFA/ANHA/HELEB


Taxa Şêxmeqsûd ku berê bi navê Çiyayê El-Seyîde dihat nasîn, ji sala 1938`an ve û bi avakirina dêrê re bû ew mekanê bi cazîbe ku gel berê xwe didiyê; bi demê re jî bû mînaka jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cihê yên neteweyî, dînî û zimanî de.

Taxa Şêxmeqsud di destpêka sedsala 20`an de, piştî serweriya Fransa li ser Sûriyeyê, ava bû û ji ber ku pirraniya niştecihên wê mesîhî bûn, bi navê Çiyayê El-Seyîde hat nasîn.

Li gorî hin rîwayetan, li vî cihî siyeke weke ya Meryem El-Ezara derketiye, li ser vê sala 1938`an, dêrek li vir hat avakirin û sala 1949`an de avahiya wê bi dawî bû. Ev dêra hanê bi navê El-Seyîde (Xanim ku pê îşaret bi Dayika Îsayê Mesîh, Meryem tê kirin) hat nasîn. Bi demê re jî navê herêmê bû Çiyayê El-Seyîde.


Xiristiyanê yekem Kurdê yekem

Yekemîn kesê li Çiyayê El-Seyîde bi cih bû û malek lê ava kir Corc Beledî bû ku ji mesîhiyên bajarê Helebê bû. Li gor welatî dibêjin, goristana ku tax pê tê nasîn cihê herî bilind e, li bajarê Helebê û berê baxçeyê sebzeyan ê generalekî Fransî bû ku tê de Corc kar dikir. Parêzvanê vî bexçeyî jî Sebrî El-Kurdî yê ji Efrînê bû û ew yekemîn kesê kurd e ku li vê taxê jiyaye.

Piştî avakirina dêrê, malbatan berê xwe da herêma Çiyayê El-Seyîde û erd birin. Bi demê re hejmara malbatên niştecih zêde bû û Kurd, Ereb, Tirkmen, û pê re jî Misliman û Xiristiyanan berê xwe da taxê. Li datê mizgeft jî hatin avakirin û li ser esasê rêzdarî û hezkirinê, bingeha jiyanê li vê herêmê destpê kir.


Şêx Meqsûdê Kurd navê xwe li taxê kir

Ji alimîn dînî yên ku li Çiyayê El-Seyîdê mayî, yek jî jî Şêx Meqsûd ê Kurd e. Sala 1947`an li taxê bi cih dibe, di nava şêniyên taxê de bi qenciya xwe tê nasîn, lewma bû meqseda gel ku pê bişêwirin.

Şêx Meqsûd sala 1952`an wefat kir û bi hezaran welatiyên Kurd, Ereb û Ermenî cenazeyê wî nêzî taxê defin kir. Gora Şêx Meqsûd pişt re bû meqsedek dînî ango ziyaretek ji xelkê Helebê re û wiha navê herêmê jî guherî û bû Şêx Meqsûd.

Hejmara niştecihên taxa Şêx Meqsûd bi demê re zêde bû û dabeşî sê taxan bû; Şêx Meqsûda rojhilat, a rojava û Meirûf. Li wir gelek welatiyên ji pêkhateyên cihê bi hev re bi aramî jiyan.

Bi destpêkirina şoreşê re û di cotmeha 2011`an de meclîsên gel li vê taxê hatin avakirin û bi hezaran welatî beşdarî bûn, lê paşê tax hat topbarankirin û şerê giran lê qewimî. Tevî vê yekê jî welatiyan piştevaniya YPG`ê kir û Şêx Meqsûd bû şahidê berxwedaneke dîrokî, hevgirtina pêkhateyan û jiyana hevbeş.