Dewleta Tirk her roj li Kurdistanê bi kirinên xwe îsbat dike ku ew navê zilmê ye. Sê zarokên li taxa Xaçort a Îpekyoluya Wanê, ku bêrî û bele sebeb hatin destgîrkirin, ji ber êşkenceya polîsan birîndar bûn. Çavekî yekî ji zarokan kor bû.
MUJDAT CAN MA / WAN
Li Wanê 3 zarokên yek ji wan 14, yek 16 û yek jî 17 salî, yên destgîrkirî, ketin ber êşkenceyên gelekî giran. Van zarokan behsa ya hatî serê xwe kir ji Komîsyona Baroyê Wanê re. Di rapora tenduristiyê de jî hat dîtin ku êşkence li zarokan hatiye kirin. Zarok biribûn Şaxa Zarokan a midûriyeta polîsan a dewleta Tirk a li Wanê û ev zarok hê jî destgîrkirî ne. Wan ji komîsyona Baroyê re got, li qereqolê êşkenceya giran li wan hatiye kirin. Baroya Wanê ji bo zarokan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê sûcdaran kir. Zarok piştî çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15´ê Sibatê, hatine girtin.
Li taxa Xaçort (Hacibekîr) a Îpekyolu ya Wanê, 3 zarok di 15’ê Sibatê de hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Li vir ketin ber êşkenceyên giran. Zarokê 17 salî O.D, yê 16 salî Ş.Y û yê 14 salî O.S, danê êvarî hatin destgîrkirin. Zarokan da zanîn ku polîsan bi qundaxa çekan li serê wan xistiye û serê wan xistiye klozeta tuwaletê. Zarokên êşkence li wan kirî, di laşê wan de gelek birrîn hene.
Her sê zarokan ya hatî serê xwe, ji Endam û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan û Mafê Zarokan a Baroya Wanê re vegot. Ji 3 zarokên ku hê jî li Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Wanê ragirtî, O.S, ji ber ku rastî êşkenceyê hat, çavê wî yê çepê kor bûye. Êşkenceya ku li zarokan hatiye kirin, di rapora Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê de jî hat dîtin.
Serê min xistin klozetê
Zarokê 17 salî O.D., ji bo êşkenceyê got, “Ez li taxa Hacıbekirê dijîm. Ez muawinê dolmîşê me. Dema ez ji kar diçûm malê, polîsan ji ber bûyerên li taxê destgîr kirim û li erdê dirêj kirim. Bi qundaxa çekê li pişt û serê min xistin. Bi pehînan li zikê min xistin. Bi porê min girtin û kulm li ruyê min xistin. Piştre ez birim Qereqola Asayişê ya Tuşba (ya pişt AVM’ê). Li wir jî li min xistin. Serê min xistin klozetê û çêr û neheqiyên giran li min kirin. Piştre ez birim Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê û rapor girtin.”
Gule reşandin û girtin
Zarokê 16 salî Ş.Y. jî agahî dan endamên komisyonê û got: “Ez li taxa Hacibekir dijîm. Ez û O.D. li heman kolanê hatin girtin. Beriya ku me bigirin, gule berdan me û piştre gaz avêtin me. Dema xwestin em rawestin, em rawestiyan. Ez girtim û li erdê dirêj kirim. Piştre destê min li pişt min kelepçe kirin. Piştre bi sîleyan li min xistin. Bi qundaxê çekê li serê min xistin. Kulm li serê min û ruyê min xistin. Piştre ez birim Qereqola Asayişê ya Tuşbayê. Xwestin agahiyan ji me bistînin. Dema me got, em bi tiştekî nizanin, vê carê dîsa li me xistin. Heqaret û çêr li me kirin. Bi şev em birin nexweşxaneyê û rapor nivîsandin.”
Çavê wî kor kirin
Zarokê 14 salî O.S. jî anî ziman ku li heman taxê dimîne û wiha peyivî: “Ji bo ez biçim dikanê, ji malê derketim. Piştî min ji dikanê eşya wergirtin û derketim ser kolanê, maşîna polîsan li cem min rawestiya. Ez netirsiyam. 8 polis ji maşînê daketin û destê min li pişt min kelepçe kirin. Ez li erdê dirêj kirim û bi qûndaxên çekan li ser û pişta min xistin. 8 polîsan ez bi pehînan derb kirim. Piştre ez rakirim û 3 polîsan bi kulman li min xist. Piştre ez li maşîna polîsan siwar kirim. Polîsekî bi guleya di destê xwe de li serê min xist. Em birin Qereqola Polîsan. Li wir jî li min xistin. Piştre ez birim tuwaletê û serê min xistin klozetê. Niha çavê min ê çepê xumam dibîne.”
Baroya Wanê li heqê wan dipirse
Serokatiya Baroya Wanê jî daxuyani da û diyar kir ku zarokên bi navê O.D., Ş.Y. û O.S. beriya teslîmî Şaxa Zarokan bikin li qereqolê rastî êşkenceyê hatine û got, “Derbkirina zarokan di raporê de jî hatiye dîtin. Bi zarokên êşkencekirî re hevdîtin kirine û di axaftinên zarokan û çavdêriya komîsyonê de hatiye dîtin ku êşkence li zarokan hatiye kirin û muameleya xerab bi wan re kirine. Li ser vê yekê girtek hatiye amadekirin û li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî hatiye kirin. Baro dê şopdarê vê mijarê be.”