
Polîsan bira û pismamê Zafer Ceyhan ê li Erdîşê bi îdîaya PKK’yî ye hat qetilkirin, Îbrahîm û Mujdat Ceyhan di dema definkirina cenazeyê Ceyhan de bi gotina “Kuro ma hûn kî ne, ma hûn ji dewletê mezintir in?” binçav kirin. Mujdat Ceyhan got, polîsan lûleya çekê kiriye devê wan û gefa kuştinê li wan xwariye.
Li Taxa Sulû ya nevçeya Erdîşa Wanê, 29’ê Îlona 2017’an ji 2 kesan ajokarê taksiye Zafer Ceyhan ê 45 salî bi îdîaya endamê PKK’ê ye, bi destê polîsanhat qetilkirin. Di dema definkirina cenazeyê wî de polîsan birayê wî Îbrahîm û pismamê wî Mujdat Ceyhan derp kirin û herdu binçav kirin. Piştî îfadeya wan a dozgerê dewleta dagirker ew serbest berdan.
Êşkenceya bi ser neheqiyê de
Bira Îbrahîm Ceyhan, diyar kir ku dema agahiya qetilkirina birayê xwe dibihîstiye, ji Giresunê hatiye malê û wiha axivî: “4 zarokên birayê min hene û ajokarê taksiyê bû.” Ceyhan anî ziman ku di dema definkirinê de piştî heqaretên polîsan ên mîna “Ma hûn kîne, ma hûn ji dewletê mezintir in?” ew derp kirin û kirin binçavan. Ceyhan da zanîn ku polîsan gef li wan xwariye ku bêhtirî 10 kesan beşdarî merasîmê nebin û wiha dewam kir: "Piştî kar û barê definkirinê, min nerazîbûn nîşanî polîsên li derve da. Li ser vê yekê êrîşî min kirin. Êrîşî malbata min jî kirin. Em derb kirin û xistin binçavan. Destê me paşve kelepçe kirin û em bi erdê ve kaş kirin. Polîsekê li ser min xist. Bi jopan li ser, ling û stûyê min xistin.”
Bijîşkên dewleta xwe
Ceyhan dest nîşan kir ku gava ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê bijîşk ew muayene nekiriye û got: “Destûr nedan bijîşkek me muayene bike. Berê me dan dîwar û bi vî awayî tiştên polîsan gotin nivîsandin. Piştî ku em berdan, em careke din çûn nexweşxaneyê û niha em li benda tehlîlan in.”
Mujdat Ceyhan jî got, "Polîsan lûleya çekê kir devê min û gefa kuştinê li min xwarin. Bi cop, pehîn û kulman li me xistin. Dema li dijî vê yekê derketim, lûleya çekê kirin devê min û gefa kuştinê li min xwarin. Çek li rûyê min dan. Piştre ez ji serhişê xwe çûm û wisan kelepçe li destên min xistin. Bi deqeyan li erdê pehîn li min dan." n MA / WAN
Yek wesfê dewleta Tirk heye: dagirkerê Kurdistanê

Artêşa Tirk sibeha 24’ê Tîrmehê gerîlayê bi navê Koçer Devrîm (Cûma Îmen) ê ku li devera Melîxa ya Êlkê dîl hate girtin, piştî êşkenceyê qetil kir. Ev yek bi dîmenan jî hat piştrastkirin.
Hêzên dewleta Tirk hewl didin bi gerîlayên dîlgirtî bi êşkenceyê bidin gotin, ‘teslîm bûme û artêşa Tirk ti neqencî bi min nekiriye’. Di rewşa gerîla Koçer Devrîm de gerîlayê dîlgirtî dibêje, ji sibehê ve lê dixin, hingîê girtina dîmen disekine. Li gorî daxuyaniya HPG’ê Cûma Îmen heman rojê tê înfazkirin.
Hêzên Tirk bi pêşengiya kontrayan û helîkoptêrên Kobra 23’yê Tîrmehê saet 17.30’an li Êlkê ser bi Şirnexê, li derdora zozanên Faraşînê operasyon dabû destpêkirin. 24’ê Tîrmehê, sibehê li devera Melîxa ya Faraşînê di navbera komeke gerîla û hêzên Tirk de şer dest pê kir.
Fermandarê Komê Tavger û Asmîn piştî ku heta bi guleya dawî şer kirin, ji bo ku dîl nekevin destê hêzên Tirk bombeyên xwe bi xwe de teqandin û şehîd bûn. Egîd, Kemal û Rojhat jî piştî ku demeke dirêj bi hêzên Tirk re şer kirin, bi bombekirinên zêde yên li ser deverê şehîd bûn. Koçer Devrîm (Cûma Îmen /Êlih) jî di nav şer de dîl kete destê hêzên Tirk.
HPG’ê gotibû ku hatiye înfazkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 25’ê Îlonê bi daxuyniyeke nivîskî piştî ku ev agahiyên jorê dabûn, derbarê Koçer Devrîm de gotibû: "Hevalê me Koçer di nav şer de dîl ketiye destê dijmin, piştre dagirkeran ew înfaz kiriye."
Dîmena ji 33 saniyeyan a ku gihişt ber destê ANF’ê daxuyaniya HPG’ê piştrast dike. Di dîmenan de diyar dibe, piştî ku Devrîm Koçer sax hatiye girtin êşkence lê hatiye kirin.
Di dîmen de Devrîm Koçer ji newqê û jor ve tazî ye û li ser piyan e, du endamên şerê taybet ê Tirk bi milê wî girtine. Endamekî şerê taybet ê Tirk kamerayê digire, berpirsê yekîneyê ku pişta wî li kamerayê ye bi bêtêla li dest bi rengekî vekirî zorê dike ku li xwe mikur were, dixwaze pê ‘berzbûna’ leşkerên Tirk bide gotin. Devrîm Koçer êşkence lê hatiye kirin û ji hal ketiye.
Diyaloga wê kêliyê
Heta bi înfaza Koçer diyalog wiha ye:
Berpirsê hêzên Tirk: Tu teslîm bûyî, binihêre, ziyan dane te?
* Koçer: Li min dixin..
* Berpirsê hêzên Tirk: Hiş be kuro!
* Koçer: Li min dixin, ji sibehê ve li min dixin.( Dema ku wiha dibêje endamên şerê taybet ê Tirk ku bi milê wî yê rastê girtî li serê wî dixe)
* Berpirsê hêzên Tirk: (Berê xwe dide kamerayê) bigire vê, bigire.
Kamera tê girtin
Fermandarê hêzên Tirk kamerayê dide girtin. Qeyda 33 saniyeyan wiha ye. Li gorî daxuyaniya HPG’ê, gerîla Koçer Devrîm, ji bo ku nebû fîguranekî li gorî dilê wan, hate înfazkirin.