E. Y. Bekoêva di pêşgotina pirtûka “Tembûrê Kurda” de ji Şikoyê Hesen re dibêje: “Şayîr bo cimaeta Kurd bi gumaneke mezin wek dîkê sibê dikile.”

RÊDÛR DIJLE / MA / AMED

21’ê Sibateke din jî nêzîk dibe. Lê hîna jî zimanê bi milyonan Kurdî, bi polîtîkayên tekparêz û asîmilasiyoneke hişk tê çewisandin. Bi boneya vê rojê, belkî jî tişta di cîh de ev be, helbestkarê “Zimanê Kurdî” û sirûda Kurdî Şikoyê Hesen ku bûye şahidê êş û azarên civaka xwe û bi 4 dîwanên qerase, kuliyata helbesta Kurdî û peyva Kurmancî xweşiktir kiriye, careke din bê bibîranîn. 

Helbest û helbestkariya erdnîgariyekê ku bi salan tê dagirkirin û talankirin, bêguman hem zehmet e, hem jî binbariyeke giran e. Lewma, di huner de helbest dsîpîlîneke xweser e û çi bi taybetmediya xwe, çi jî bi karaktera xwe, bi tena serê xwe berpirsiyariyeke mezin e. Hesas e, pênasekirina wê zehmet e; eynî wekî avê. Çawa ku bi hezaran sal e felsefevan û zanyar di pênasekirina avê de li hev nakin, ji ber ku li gor her helbestkarî tarîfeke helbestê heye, mirov nikare ji bo helbestê jî çêla pênaseyeke mutleq bike. Lewma av, muhaseleya hemû çêj, reng û bêhnan e. Kaniya jiyanê ye. Helbest jî, hêmana arişî ya vê kaniyê ye. Derî li hêviyê vedike, xwesteka ji bo jiyanê xurt dike, hêzê li hêza dilî bar dike, cihanê bi wate dike, îşaret bi tişta nehatiye gotin dike. 

Helbestkarê ku dibe destgirê vê jiyanê û bi helbestên xwe dihizire jî, tişta der barê dîrok û cihanê de di parzûna xwe re diparzinîne. Helbestkar bi binbariya ku hestên civakê û bîra neteweyî tim bi ruh û can bike, bi dengê xwe, bi peyva xwe bawer e û xwe disipêre risteya xwe. Hêz û quweteke di wesfê şoreşê de li peyvê bar dike û li ber siya peyvê, pêşî rê li ber azadiya hundurîn vedike. Bindestî û kedxwariyê red dike. Di tarîtiyê de dibe kundê Mînervayê û di hemû raweyên demî de rastiyeke şoreşgerî diafirîne.

 

Beyta Feqî ye Sewta Xanî ye

Yek ji helbestkarên ku vê dîsîplîna xweser û pênasekirina wê zehmet ji xwe re kiriye xem û bi peyva xwe bûye destgirê jiyanê, Şikoyê Hesen e. Ew helbestkarê kilama “Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî… Beyta Feqî ye / Sewta Xanî ye / Zimanê kurdî” ye ku bi sewta Aram Tîgran tim li ser zimanan e. 

Di dema Şerê Cihanê yê Yekemîn de, gelek Kurdên ji komkujiya Ermen-Kurd-Êzîdiyan filitîn, ji devera Qers û Wanê berê xwe da welatên Qafqasyayê. Yek ji van malbatan jî malbata Şikoyê Hesen e. Bavê Hesen, Ehmedê Hesenê Mido ji gundê Şatiroxlî yê Qersê koçî gundê Camûşavana nehiyeya Axabaran a Ermenîstanê dike. Mido, di 25 saliya xwe de ji ber êş û azaran nexweş dikeve û wefat dike. Dema Mido dimire, Hesen hîna 5 salî ye û apê wî Sofî xwedî lê derdikeve û wî dide ber xwendinê. 

 

Evîndarê ziman û wêjeya xwe 

Hesen, heta pola çaran li gundê Camûşavanê dixwîne û dû re diçe Elegezê û li wir dibistana navîn dixwîne. Di sala 1948’an de li Zanîngeha Êrîvanê ya Dewletê, di Beşa Rojhilatnasiyê de bi cih dibe û di sala 1953’yan de wê beşê kuta dike. Di dema xwendekariya xwe de tesîrê ji mamosteyê xwe Hraçya Açaryan digire û wî ji xwe re dike esas. Di navbera salên 1954-57’an de li gundê Baxnarê yê nehiya Gargayê (Abxazî), mamostetiya Ziman û Wêjeya Ermenkî dike. Lê ji ber ku Hesen evîndarê ziman û edebiyata xwe ye, di sala 1959’an de vedigere Êrîvanê. Di Radyoya Êrîvanê de, di serwîsa Kurdî de edîtorî û wergeriyê dike, û daxilî nav xebatên wêjeyî dibe. Hesen, qîma xwe bi vê jî naîne û di sala 1961’ê de ji bo doktorayê dikeve ezmûnan û miracaetî Aspîranturiya (doktora) Akademiya Ermenîstanê ya Zanistiyî dike. Piştî miracaeta wî tê qebûlkirin, ji bo Beşa Kurdolojiyê diçe Lenîngradê. Li gorî lêkolîna Eskerê Boyîk a bi navê “Çanda Kurdên Sovêtê”, Hesen di sala 1965’an de ji ber destengî, tinebûnê û nexweşîna lê peyda bûye, xwendina xwe ya doktorayê temam nake û vedigere Êrîvanê. Lê li gorî pêşgotina E. Y. Bekoêva ya di pirtûka “Meremê Dilê Kurda” de, Şikoyê Hesen doktora xwe temam kiriye, paşê vegeriyaye. 

 

Bêtalihî mohra xwe  li jiyana wî dixe 

Piştî Şikoyê Hesen ji Lenîngradê vedigere, bêtalihî û destengî dest dixin pêxêla wî. Rewşa wî ya aborî nebaş e, nikare debara zarokên xwe bike. Ji ber vê xizaniyê, zarokeke wî dimire û ji neçarî mala xwe ji Êrîvanê bar dike û berê xwe dide bajarê Tibilîsê. Her wiha wî wextî êdî ti kes berhemên wî jî çap nake. Tê gotin, wî wextî gelek nivîskarên desthilat hebûne û ji xeynî pirtûkên xwe, ên nas û dostên xwe, rê nedane ên wek Şikoyê Hesen bên çapkirin. Lewma wê çaxê li Sovyetê çapxane di dest dewletê de bûye, bêyî destûr û biryara dewletê pirtûk nedihatin çapkirin û nivîskaran li gorî hejmara çapkirin û firotina pirtûkan pereyekî baş distand. Ji ber vê neçapkirin û destengiyê, Hesen berê xwe dide Tibilîsê û li wir jî zehmetî û destengî jê xelas nabin. Ji ber ku Hesen, nikare di wan şertên heyî de debara xwe bike, di sala 1976’an di 48 saliya xwe de întihar dike. Lê belê, tê gotin kesên ku berhemên Hesen çap nedikirin, piştî mirina wî berê xwe dane şêwe û cureya helbestên Hesen û bi awayê wî dest bi nivîsandina helbestan kirine. Her wiha tê gotin, piştî mirina wî gelek kesan berê xwe daye mala wî û helbestên wî bi pera kirîne û hinan jî helbestên wî dizîne û li ser navê xwe çap kirine. 

 

Qalçîçek, Tembûrê Kurda,  Meremê dilê Kurd

Şikoyê Hesen, ku li Qafkasyayê tevî Fêrîkê Ûsiv û Mîkaîlê Reşîd pencereyeke nû li helbestê vekiriye, hîn di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de bi baldarî nêzî ziman û helbestê dibe. Hîn şagirtê zanîngehê ye helbestên wî pêşî di rojnameya zanîngehê û paşê di Rojnameya Rya Teze de tên weşandin. Gelek helbestên wî li Lenîngrad, Tibilîs û Êrîvanê li zimanê Rûsî, Gurcî û Ermenkî tên wergerandin. Pirtûka wî ya ewil “Qalçîçek”, di sala 1961’ê de tê çapkirin. Dema “Qalçîçek” tê çapkirin, bi şêwe û teşeya xwe bala gelek xwendevan û wêjehezan dikişîne. Her wiha nivîskar û lêkolîner Emînê Evdal, wê demê di Rya Teze de li ser vê berhema wî gotarekê dinivîsîne. Piştî Qalçîçekê, di sala 1965’an de bi navê “Tembûrê Kurda” pirtûka wî ya diduyan tê çapkirin. Di vê berhema xwe de helbesta xwe hîn wêdetir dibe û dibe mijara gelek gotaran.

 

Wek dîkê sibê dikile 

Piştî “Tembûrê Kurda” di sala 1971’ê de bi navê “Meremê Dilê Kurd” berhema wî ya sisêyan tê çapkirin. Li gorî her du berhemên xwe yên din, di vê berhema xwe de bi metafor û hêmayên cihê û dengekî cudatir helbesta xwe lêdike. Di “Tembûrê Kurda” de, bi pirranî li ser mijarên Şoreşa Oktobirê, komunîzmê, zor û zehmetiyên li Sovyetê, têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiyê hûr dibe. E. Y. Bekoêva di pêşgotina vê pirtûkê de ji Hesen re dibêje: “Şayîr bo cimaeta Kurd bi gumaneke mezin wek dîkê sibê dikile.” 

Piştî mirina Şikoyê Hesen, di sala 1977’an de bi navê “Perwaza Weten” pirtûka wî ya çaran tê çapkirin. Her wiha gelek weregerên wî yên ji zimanê Rûsî, Ermenkî û Gurcî jî hene. Lê her wiha tê gotin, Hesen gelek berhemên xwe jî şewitandine. Heta niha ji bilî hin helbestên wî yên hilbijartî ku di sala 2008’an de bi edîtoriya Tosinê Reşîd bi navê “Payîz û Ba” ji Weşanxaneya Avestayê derketine, pirtûkên wî bi latînî nehatine çapkirin.

Du helbestên  Şikoyê Hesen

 

Gelo hûn ku tên

 

Gelo hûn ku tên, qulingino, bêjin?

- Dûr!

Îmana we çî ye, qulingino, bêjin?

- Nûr?

Dijminê we kê ye, qulingino, bêjin?

- Surr!

Hûn çi hînbûne, qulingino, bêjin?

- Kir!

Hûn kuda diçin, qulingino, bêjin?

- Arana!

Qey hûn diwestin, qulingino, bêjin?

- Lê na!

We dosta min dî, qulingino, bêjin?

- Erê!

Ew kîderê bû, qulingino, bêjin?

- Ser rê…

Şev

 

Şeveter ye, şevereş

Ne hîv heye, ne siteyr

Ne çivîke ne jî teyr

Her tişt niha razaye

Tenê fîtîna baye

Dilerzim vê hindavê

Holî tilya nava navê

Boy vê kawê, bedewê

Dikim gazî ber pencerê

Dibêm: bedew, de tu derê

De tu derê, derê ji mal

Çevê nede dilê yar

Dilê min ê birîndar

De, tu derê, derê ji mal

Ku ramûsani agirî

Bidim lêvê şekirî