Midûrê Kadastro Lennart Dehlîn, diyar kir ku Samiyên ku li wir dijî jib o ku tabeleyên gund, navçe û bajarokên wan bi zmanê wan bên daliqandin serlêdan kirine. Dehlîn da zanîn ku li gorî vê îsal nêzî 60 tabela bi samîkî daliqandine û got niha 39 serlêndan li benda erêkirinê ne.
Mêtîngerên Swêd û Fînlî piştî Laponya dagirkirin, ziman, çand û ola Samiyan hate qedexekirin. Ev yek jî ne bes bû, navên cihê wan guhertin. Lê gundê ku veguhestina wan zehmet bû nave xwe parastin. Lê cihên din nave wan bi Fînî û Swêdî hate danîn. Ligel qedexeyan Samiyan di navbera xwe de navên xwe bikaranîn.
Di 1972’an de Netewên Yekbûyî pêşniyar kir ku gelên xwecih navên xwe bi zimanê xwe bi kar bînin. Ji sala 1980’an şûn de li Laponyayê tabelayên bi zimanê Samîkî hatin daliqandin. Di 2000’î de zimanê samîkî bi awayekî fermî wekî zimanê kêmar hate qebûlkirin û pitşî vê tabela hatin daliqandin. Di 1’ê Çileyê 2010’an de qanûn kete meriyetê û derfet jib o Samiyan hate dayîn ku di saziyan de bi zimanên xwe biaxivin û di mehan demê de navên cih û waran jî bi zimanê Samîkî hate nivîsin.

Êrîşên nijatperest
Piştî ev qanûn derket serlêdanên ji bo navên Samîkî zêde bû. Samî diyar dikin ku navên wan dîrokê vedibêjin. Partî û komên nîjadperst û biyanî dijî vê pêkanînên nerehetin. Tabeleyan reş dikin û carna didin ber agir. Her roj êrîşê tabeleyan dikin.
Tornedal Fînlî jî ku li Laponyayê dijî dixwazin tabeleyên wan jî bi zimanê wan Meenkîel bê nivîsin. Di rewşa ku hikûmet pêşnimeya kanûnê amade bike de dê gotina dawî parlamentro bide. Bi vî awayî dê tabelayên wan bi sê zimanan bê daliqandin. 

STOCKHOLM