Meclîsa Şaredariya Gel a bajêr 13’ê Adara 2015’an 13 jê jin ji 31 endaman pêk tê. Piştî hilbijartinan endamên jin ên Şaredariyê beşdarî hemû çalakiyên şaredariyê û bi taybet xebatên jinan bûn.

Çavdêra Beşê Jinan di Şaredariyê de Pakistan Îbrahîm diyar kir ku xebatên wan ne tenê di aliyê xizmetguzariyê de ne. Lê belê ew hewl didin hemû çalakiyên aborî, tenduristî, pêşxistgina hişmendiya jinan û alîkariya jinan di çareserkirina pirsgirêkên wan de bi rêve bibin.


Vejandina huner û peydakirina kar ji jinan re

Beşê jinan di Şaredariyê de ji bo jin xwe di hemû aliyên jiyanê û aborî de bi rêve bibe, gelek projeyên aborî yên taybet bi jinan vedike û kar ji wan re peyda dike. 

Bi armanca vejandina kevneşopiya çandî Komîteya Jinan a Şaredariya Gel a bajêr destpêka meha tebaxa 2015’an de pêşangeheke gelêrî û karên destan ên jinan li salona Navenda Dicle ya Çand û Hunerê vekir. Di pêşangehê de bi dehan jinan ji hemû pêkhateyan beşdar bûn û berhemên xwe pêşkêş kirin. Di pêşangehê de karên destan, alavên kevneşopî, cil û bergên folklorîk ên kurdî, erebî û suryanî hatin pêşandan.

Bi armanca bilindkirina asta jinan di aliyê zanistî û bi taybet di aliyê tendirustiyê de û ji bo karibin xwe û zarokên xwe ji hemû nexweşiyan biparêzin, Beşê Jinan a şaredariyê gelek semînerên derbarê pêşxistina hişmendiya jinan, civakî û tendirustî de organîze kirin.


Ber bi serkeftinên mezintir

Derbarê rola jinan bi giştî di şaredariya gel a bajarê Dêrikê de Çavdêra Beşê Jinan Pakistan Îbrahîm got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rengê jinan hate xemilandin, wekî jin rola me di şaredariya gel de jî aktîf be.”

Pakistan Îbrahîm di dawiya axaftina xwe got, ew ji bo pêkanîna gelek projeyan di nava xebatan de ne û dê perwerdeyeke fêrkirina jinan bi ajokariya tirimpêlan dest pê bikin û dê parkeke zarokan bi navê “Zarokên Rojê” vekin.


NEJBÎR OSMAN/ANHA / DÊRIK