DÎLAN KARACADAG / HANAU

Di êrişa nijadperest a li Hanauyê ya 19’ê Sibatê de îsal 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo ku komkujî neyê jibîrkirin, ji bo piştgirî û têkoşîna bi hev re ya malbatan, li cihê komkujî pêk hatî Heumarktê Navenda Bîrê hat vekirin. Birayê Gokhan Gultekin, Çetîn Gultekin got, ”Hatina vir, weke mêvanbûna li mala xwişk û birayên min e. Ev der wê me xurt bike.”

Di ser êrişa nijadperest re 78 roj derbas bûn. Di vê êrişê de 2 jê Kurd 9 koçberan jiyana xwe ji dest dabû. Tobias Rathjen ê nijadperest ev êriş kiribû û Ferhat Unvar, Said Nesar Hashemi, Vili Viorel Păun, Mercedes Kierpacz, Sedat Gurbuz, Kaloyan Velkov, Fatih Saraçoglu, Gokhan Gultekin û Hamza Kurtović qetil kiribûn. Ji bo bibîranîna wan, hevparbûna bi têkoşîna ji bo edaletê ya malbatan re û ji bo berxwedana li dijî nijadperestiyê li bajarê Hanauyê Navendeke Bîrê û Bibîranînê hat vekirin. Ev navend bi têkoşîna malbatan û çalkagerên li dijî nijadperestiyê hat damezrandin û pêr hat vekirin.

Li hember devera komkujiyê

Navend li hemberî devera êriş lê pêk hatî li Heumarktê ye. Ew ê ji bo malbat hev nas bikin, tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin, lêgerîna wan a heq û edaletê û hevparkirina têkoşîna wan bibe mekanek. Navend wê li her kesê li dijî nijadperestiyê têdikoşe vekirî be.

Di merasîma vekirinê ya 5’ê Nîsanê de malbatên ciwanên hatin qetilkirin û bi dehan kesên li dijî nijadperestiyê têdikoşin hazir bûn. Di ketina navendê de wêneyên ciwanan hene, bi dîwarên wê ve jî wêneyên her 9 ciwanan, wêneyên bibîranînan, çalakiyên li dijî nijadperestiyê û merasîmên cenazeyan jî daliqandî ne.

Ji damezrînerên Înîsiyatîfa 19’ê Sibatê Newroz Duman, sedemên damezrandina navendeke welê, wiha rave kir: “ji niha û pê ve divê em bi hev re hereket bikin. Ji bo ku êrişeke wele ducarî nebe, têkoşîna me wê bi xurtî dewam bike.”

Fikarên malbatan ji bo lêpirsînê hene

Malbat di tevahiya pêvajiya avakirina navendê de cihê xwe girtine. Gava ku li videoya danasîna navendê hat temaşekirin, endamên malbatan ji hestiyariyê giriyan û hevdu aş kirin.

Malbat xasma behsa lêpirsîna li ser komkujiyê dikin. Bavên Vili Viorel, Paun, yê Mercedes Kierpacz û yê Hamza Kurtovic ji îhmalkariya polîs bi gazin bûn.

Êdî em ne tenê ne

Bavê Vili Viorel, Paun Viorel li vir got, ew bi zorê hîn bûye ku kurê wî hatiye qetilkirin. Ew dibêje, ji ber ku bi ziman jî nizan e, pirr zehmet e li heqê kurê xwe bipirse, lê bi vê navendê ew ê êdî alîkariyê peyda bike: “Êdî gava pirsgirêk çêbû, hin mirov hene ku ez bêm li deriyê wan bixim û ew jî alîkariya min bikin. Ji ber vê ez gelekî bextewer im. Ji ber xemsariya polîs wê şeva kurê min hat qetilkirin, ez jî hevjîna min jî di warê psîkolojîk de ketin. Lê niha em rehet in.”

Gavên dozê wê li vir bên avêtin

Dayika ciwanê Kurd Ferhad Unvar ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Serpîl Temîz got, “Ez pê bextewer im ev navend hat vekirin. Ev der wê bibe cihekî ku em malbat bên cem hev, bibîranîn û êşên xwe parve bikin. Di heman demê de em li gavên doza zarokên xwe ku doza me ya hevpar e, li vir bifikirin, û li vir biavêjin. Gava têm vir, weke ku ez kurê xwe Ferhadî dibînim”. Serpîl Temîz got, ew li qatilê nijadperest nafikire û “Kîna min jî li dijî kesekî nîne. Ji ber ku ev ne sûcê kesekî ye, gelek kesên weke qatilî difikirin hene û heta nijadperestî tine nebe, zarokên me ne ewle ne.”