CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS / HELEBCE


Ciwanên Helebceyî her diçe zêdetir bala xwe didin ser xebatên hunerî û li navenda çalakiyan a ciwanên Helebceyê xebatên hunerî jî didin meşandin.

Navenda Çalakiyên Ciwanê Helebce girêdayî Zarokparêzên Kurdistanê ye û sala 2008’an li Helebce hatiye avakirin. Ciwanên Helebce ji bo bipêşxistina bikêrhatin û xebata xwe ya hunerî miracaetî navendê dikin. Têkildarî mijarê Rêveberê Navenda Çalakiya Ciwanên Helebce Ravya Newzad got, “Navend ji du beşên sereke yên hunerî û pîşeyî pêk tê. Me karî di van çend salan de gelek çalakî û dewreyan li Helebce vekin.  Armanca me hemûyan bipêşxistina qabîliyet û hunerê ciwanan e.”

Ravya Newzad balkişand ser tevlîbûna jinan û diyar kir ku di hemû çalakî û dewreyan de jin jî hene, “Piştî ku Helebce bû parêzgeh, me gelek çalakî ji derveyî Helebce li cihên weke Xurmal, Biyare, û Sîrwanê li dar xistin. Plana me jî ew e ku di salên pêş de hinek şaxên navendê li  bajarokên ser bi Helebce vekin da ku zêdetir xizmeta ciwanan bikin.”

 

Perwerde serketî ne

Li ser heman mijarê Hîndekarê Navendê, Bestewer Berzan jî diyar kir ku ew weke ciwanên Helebceyê tevlî dewreyên pîşeyî dibin û perwerdeyên wan jî serketî ne.

Mamosteya bi navê Bahar Reûf ku ji bo fêrbûnê tê navendê got, “Ez ji bo fêrbûna muzîkê û nexasim lêxistina tembûrê têm dewreya navenda ciwanên Helebce.  Her çiqas ez di qonaxa destpêkê de me jî, lê hewldanên mamosteyên hunerî karîn bikin ku em zû bi pêş bikevin.”

Xwendekarê bi navê Niyaz Dilşad ku zanîngeh qedandiye û ev du meh in ji bo fêrbûna lêxistina amûra Gîtarê tê dewreya navenda ciwanan, got, “Min xwest ku ez xwe di meydaneke hunerî de perwerde bikin.”

Xwendekara Zanîngeha Silêmanî li beşa Endazyariya avahîsaziyê, Naz Helebceyî ku di werza havînê de ji bo hunerê şêwekariyê tevlî dewreyê bûye dibêje: “Pêwîstiya min bi hunerê şêwekarî heye. Ji bo wê jî min xwest tevlî vê dewreya hunerî bibim.”