Navenda duyemîn e
Piştî axaftinê dayîka aşîtiyê Fehîma deriyê navendê vekir. Merasîm bi stranên Koma Şehîd Nûreldîn a zarokan bi dawî bû. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di gulana 2012'an de Navenda Ciwanên Şoreşger hatibû vekirin û Navenda Şehîd Zehredîn dibe navenda 2'yemîn ku vedibe. Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehredîn Reşîd di 25'ê Nîsana 2013'an de dema parastina taxa Şêxmeqsûd ji êrîşên komên çete dikir, jiyana xwe jidest dabû.
ANHA/HELEB