Buroya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) navenda Hevdîtina Olan li Helebê vekir.

Bi armanca rê li ber girtina fitneyên di navbera olan de, Buroya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Helebê beriya demekê di civînekê de û bi riya hilbijartinan Endamên Meclîsa Hevdîtina Olan li Helebê derxistin. Niha jî buroya navenda Hevdîtinê li taxa Şêxmeqsûda Merûf hat vekirin.

Di vekirina buroyê de nunerên TEV-DEM`ê, Kongra Star, PYD`ê û bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyên taxê amade bûn.

Di destpêkê de beşdaran rêz girt, pişt re Berdevkê Meclîsa MSD`ê li Helebê, Miriî El-Şiblî, Rêvebarê TEV-DEM`ê Sûad Hesen, Nunerê ola Êzîdî Behrî Bekir, Endamê MSD`ê Cozêf Qublan, nunerê ola Îslamî di meclîsê de Mihemed Salih axivîn. 


 HELEB