Li Wanê Navenda Jiyanê ya Jinan a di bin banê Miduriyeta Şaredariya Rêya Armûşê de vebû û ji bo jin û zarokan dest bi xizmetê kir. Navend bi dirûşma “Em ji bo jiyan û mafên xwe bi hev re ne” di 20’ê îlonê de ket xizmetê. Navend di heman demê de wê xizmetê bide jinên penaber ên li Wanê jî. Derûnnas, civaknas û pisporên xizmeta civakî li navendê dixebitin. Derûnnas Fîgan Kepenek a li Miduriyeta Polîtîkayên Jinan dixebite derbarê xebatê wan de agahî dan. Fîgan Kepenek bi bîr xist ku polîtîkaya jinan a li şaredariya wan di serdema qeyûm de hatiye girtin û piştî hilbijartina 31’ê Adarê ev yekîne dîsa hatiye vekirin.
WAN