Daxuyaniya Navenda Parastina Gel weha ye: " Hevalê Huseyîn di salên xwe yên gerîlatiyê de, ne bi tenê bi hunerên xwe yên leşkerî bi temsîlkirin û parastina xeta milîtan a Apoyî her tim derket pêş. Fermandarê me yê gerîla hevalê Huseyîn, ji bo têkoşîna me ya di xeta Rêbertiyê de biçe serketinê, di Şerê Gel ê Şoreşger de pêşengî kir. Li qada Botanê tevlî pêvajoya pêngava 2012'an bû û rola pêşengiyê lîst û di dema wezîfeyên xwe yên Şerê Gel ê Şoreşger de şehîd ket. Em bi rêzdarî li pêşberî bîranîna wî bejna xwe ditewînin û dibêjin emê têkoşîna hevalê Huseyîn weke HPG bibin serketinê."
ANF/BEHDÎNAN