Hêzên QSD li herêmên derûdora Bendava Tişrînê piştî ku di 23’ê Kanûna 2015’an de li gundewarên başûrê Kobanê operasyonên dabû destpêkirin bi dawî kir û xebatên lêgerînê da meşandin.
Li gorî nûçegihanên ANHA’yê, QSD’ê di lêgerîna li gundên Yûsif Paşa, Qişlê, Saidîniyê, Hac Hisên, Hac Hemada û Hesen Axa yên ku 4 km dikevin başûrê Bendava Tişrînê de navendek ku çeteyan tê de teqemenî çêdikirin, çekên sivik, cercûr, bêtêl, guleyên RBG, hejmarek mezin ji rextan û gelek telefon hatin desteserkirin. Di nava wan de he wiha nasnameya serçeteyê bi navê Ebû Hemza El-Tûnisî ku tê gotin êrîşên çeteyan ên li ser herêmê bi rêve dibirin, hat dîtin.
Êrişî sivîlan dikin
Çeteyên Cehpet El-Nusra û Ehrar El-Şam, doh serê sibehê de, gundên Malkiyê, Şewarxe, Tinib û Keştear ên girêdayî Ezazê bi çekên qernasê hedef girtin.
Ji aliyekî din ve jî çeteyan bi çekên doçka û topên hawanê êrîşî gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin û şervanên QSD’ê bersiva êrişên çeteyan da.
Derbarê encamên pevçûnê de agahî nehat bidestxistin.
Li Şêxmeqsud 3 sivîl birîndar bûn
Çeteyên Cehpet El-Nusra û Ehrar El-Şam, careke din taxa Şêxmeqsud tan ber topên hewanê. Li gorî nûçegihanên ANHA’yê raginandin, di encama êrîşan de 3 sivîl bi giranî birîndar bûne.
ANHA/KOBANÊ/EFRÎN/HELEB