
Piştî ku rejîma Baasê Êzîdî ji cihên pîroz daxist deşta Şengalê, li dû bajarê qedîm Şengalê, Êzîdiyan, Şîa û civakên din bajarekî nû yê Şengalê ava kirin. Dîroka vî bajarî ez jî gotin û serpêhatiyan dizanim. Girîng e her tiştên şaş ên dîroka nivîskî li ser vê dewlemendiya çandî ya rengî nivîsandiye, bê jêbirin. Di rojên Fermana 74’an de Şêxekî Êzîdî yê extiyar gotibû, li çiyê û derdora bajêr 77 gundên Êzîdiyan hebûn. Êzîdiyên ku dîroka wan bi qirkirin û komujiyan dagirtî ye, ji bo xwe biparêzin xwe li hev girtine û li piraniya van gundan nifûs gihaştiye deh hezarî.
Bi berbanga sibehê re em berê xwe didin navenda bajarê Şengalê. Berxwedêr dibêjin ku li bajêr pevçûn ji duh bi şev ve bê navber dewam dike. Her çend em dixwazin biçin cihê şer jî, fermandarê gerîla yê bi navê Çekdar, ji me re dibêje herêm xetere ye û ew vê gavê nikare wan bişîne herêma şer. Ji neçarî em disekinin. Piştî demeke kurt di ser re derbas bû, hêzên berxwedanê ji cîhaza têkilî û ragihandinê tekmîlê didin; “Li navenda bajarê Şengalê Sûka Qesaban ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.”
Bi vê agahiyê re, Şengal a kevin, bajarê Şengalê yê qedîm bi temamî, dikeve destê Derwêş û Edûlê yên roja îro Hêzên Berxwedana Şengalê. Em jî ji şervanan re dibêjin pîroz be.
Fermandar Çekdar dibêje heta nîvro em dikarin biçin Şengalê. Piştî bêhnvedanekê milîtanê MLKP’ê Yilmaz dibe rêhevalê me. Em ê bi hev re biçin heta cihê Hêzên Berxwedana Şengalê lê ne. Nûnerên leheng ên gelên Anatoliyê jî li van çiyayan şer dikin, gelo wê Koroglû dengê me bibihîze...
Cihên dîrokî wêran kirin
Ji nava xaniyên ji beton ên nû li jora bajarê Şengalê hatine çêkirin, em ji rêyeyeke wesayîtan a ji heriyê derbas dibin û diçin ber bi xaniyên li binê depoyên avê ya li girê jora bajarê qedîm. Yilmaz, piştî rêya wesayîtan a ji heriyê, me di şiverêyekê de dibe. Guhê me li dengê çekan ê ji nava bajêr tê ye. Rêberê me Yilmaz e û ji me re dibêje, “Ji vir baz bidin û derkevin ser gir. Ji ber ku li vê beşê çeteyên DAIŞ‘ê sûîkastê dikin.” Û Yilmaz bi çeka B-7 û rokêtên li pişta xwe, bi lez dibeze û derdikeve ser gir. Piştre em jî baz didin û xwe digihînin ser nuqteya herî bilind a bajarê qedîm ê Şengalê.
Dema me xwe gihandin ser gir, ji qulên bi hors di nava 7-8 xaniyan de hatine vekirin em derbas dibin û xwe digihînin maleke ewle ya Hêzên Berxwedana Şengalê lê ne. Wextê me zêde nîne, em ê hînê bajarê qedîm Şengalê bibînin. Lê belê rêberê me şevanê MLKP’ê li vê derê ji me vediqete, eniya wî li pêş e. Dema em li benda rêber disekinînin şervanê YBŞ’ê Berxwedan depoyên avê yên li ser gir nîşanî me dide û dibêje, “Li jêrê wir tirb û Goristana Sît Zeynep hene. Çeteyên DAIŞ’ê dema Şengal dagir kirin, destpêkê ew der teqandin. Ew der dîrokek bû, sembola Şengalê bû.”
Çi dibe bila bibe, êrîşa li hemberî çand û dîrokê bi awayekî harbûyî, mejiyê min fêm dike, lê dilê min qebûl nake. Ev agahiyên nexweş in, dilê me diêşe. Gelo çend Şîa li binê wê qubeyê secadeya xwe raxistin û dûa kirin, çend Xirisityanan bi lêdana zengilê dêrê ji bo biratiyê destê xwe vekirin, çend Êzîdiyan bi berbanga sibehê re bi bêdengî û dizî bi hestên ji dil, destê xwe li ber rojê vekirin. Ey mirovahî, cihê vê di ti pirtûkê de nîne...
Bajar veguheriye xirbeyekî
Gerîlayê HPG’ê yê bi navê Şahîn, cihên nêz ên nas dike nîşan dide. Li hin cihan pêşmerge hene. Em li beşên nêz ên bajarê qedîm digerin. Di nava xaniyên ji kevir û kerpîçan, ji nav kolanên teng xwe ber didin xwarê. Em li nava malan dinêrin, bi qubeyên xwe û deriyên xwe, şopa dîrokê nîşan didin. Ev der, bajarekî din ê kevnare yê Kurdan Mêrdînê tîne bîra miovan. Diyare hemû bajarên qedîm dişibin hev. Lê ev cihê kevnare veguheriye xirbeyekî, ev yek jî dilê me diêşîne. Û wêneyê her cihê em lê digerin bi berxwedêran nîşan didim. Bi têgihiştina ku dîrok ji nû ve tê nivîsandin, wêneyê van kêliyan dikşînim.
Li Kolanên rizgar ên Şengalê
Em vedigerin, gerîlayan di çaydanê reş de çay çêkirine, çayek jî dibe para me û çaya xwe ji destê gerîla Şahîn vedixwin. Wêneyê wî kenê bedew ê gerîla Şahîn û bi kêfxweşiya serketinê li rûyê wî xwe dide der, dikşînim.
Piştre ji me re dibêjin gerîlayekî bi navê Kawa yê ji Rojhilatê Kurdistanê, temamiya Şengalê nas dike. Bi rêberê xwe gerîla Kawa û berxwedêrekî din ê Şengalê re em li nava kolanên Şengalê digerin. Ji taxa Berberoj ber bi aliyê Sûka Jor, ji wir heta Sûka Jêr em li temamiya sûka Şengalê digerin. Em wêneyên van qadan li gel gerîla dikşînin. Em diçin Sûka Qesaban, dêr û avahiya dibistanê ya nû ji çeteyan hatin rizgarkirin. Li avahiya dibistanê em bi koma bi fermandariya fermandarê YPG’ê yê bi navê Cîger ê ji Qamişlo re sohbetê dikin. Rêberê me Kawa diçe cihê xwe yê wezîfeyê, ji niha û pê ve wê Cîger pêşengiyê ji me re bike. Cîger dibêje ku temamiya koma wan ji Qamişlo ye û bi armanca piştgirîdayîna Yekîneyên Berxwedana Şengalê weke yekîneyeke YPG’ê ew hatine Şengalê. Cîger dibêje, “Em Apoyiyên Rojavayê Kurdistanê ne” û destnîşan dike: “Bê me nabe.”
Ji hemû beşên Kurdistanê şervan hene
Cîger me dibe dêra nû ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin û ji wir derbasî Sûka Qesaban dike. Em ji Sûka Qesaban bi hay ji xwe heyî derbas dibin, ji ber ku segvanên çeteyan dûr bin jî hene. Sûka Qesaban taxa herî dawî ya ji aliyê Hêzên Berxwedana Şengalê ve hatiye rizgarkirin e û ev der nuqteya me ya dawî ya çûyînê ye. Li vê derê şervanên YBŞ‘ê li refên herî pêş şer dikin. Em bi wan re sohbet dikin. Bi pêşengê xwe Cîger re em diçin beşa herî bilind a bajêr.
Li her cihê em diçin, em bi şervanan re sohbetê dikin. Delîla ya ji Kobanê, Şahîn ê ji Colemêrgê, Kawa yê ji Rojhilatê Kurdistanê, Merwan ê ji Başûrê Kurdistanê û hînê gelekî din... Bajarê qedîm Şengal îro ji çar aliyên Kurdistanê mirovên leheng ber bi xwe ve dikşîne, Derwêş û Edûlêyên roja me ay îro li dora xwe dicivîne. Êdî dema xatirxwestinê hatiye. Em berê xwe didin Çiyayê Şengalê.
Û ji bîr nekin, di van rojên zehmet de pêwîstiya civaka Êzidî bi piştevanî û alîkariya we heye.
BOTAN GULAN/ANF/ŞENGAL