Navenda ziman Kurdistan e
Nivîskar Selîm Temo di panela Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got, “Li Rojava ji bo bipêşketina zimanê kurdî perwerdehiyeke bê qisûr tê dayîn. Çi dibe bila bibe, divê li her mala Kurd, bi zimanê dayikê bê axaftin û xelk zimanê xwe fêr bibe.” Li Êlihê di çarçoveya pîrozbahiyên 15’ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî de Rêxistina HDP’ê ya Êlihê li salona konferansê ya avahiya Sendîkaya Petrol-Îş’ê, panelek li dar xist. Di panelê de pankartên bi nivîsa “Cejna we pîroz be” û “Da xelq nebijitin ku ekrad, bêmarîfet in, bêesl û binyat” ê ku wêneyê Ehmedê Xanî li ser bû, hat daliqandin. Rêveberên HDP, DBP, nivîskar û helbestkar û gelek kes beşdarî panelê bûn. Helbestvan Berken Bereh helbest xwend û panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Nivîskar Selîm Temo û Faysal Ozdemîr wek panelîst beşdar bûn. Helbestvan û nivîskar Weysel Tirpan moderatoriya panelê kir. Vegera li cewher Di panelê de ewil nivîskar Selîm Temo axivî û bal kişand ser wêje, wêjevan û zimanê Kurdî ya klasîk. Temo destnîşan kir ku navenda wêje û zimanê Kurdî, Kurdistan e û wiha peyivî: “Wêje û zimanê klasîk berê tenê li navendekê hebû. Li bajarên mîna Cizîr, Xîzan, Axtepe, Licê û heta li Xarpêtê medrese hebûn û ders dihat dayîn. Edebiyata modern bi Stenbolê re derket pêş. Dema modernîte hat Stenbolê û wê çaxê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetvanên Kurd ên li sirgûnê bûn, tecrûbeya xwe ji vê modernbûnê girtin. Beriya komara Tirkiyeyê gelek kovarên Kurdî dihatin çapkirin. Lê bi avakirina Komarê re hemû yek bi yek hatin qedexekirin û Kurdî qedexe kirin. Di van salan de xebatên wêje û ziman ên modern li tevahiya Kurdistanê belav bû. Kurdan li ku firsendek dîtiye xizmeta bipêşxistin û parastina zimanê xwe kirin e. Her tim xwestin e azad bibe. Beriya vê karesata em tê de, yanî çend sal berê zimanê Kurdî geş bû. Bi hezaran metin hatin çapkirin. Bi hezaran kes perwerdehiya zimanê xwe dît û li cewhera xwe vegeriyan.”
Siberoj ronî ye Temo da zanîn ku li gel hemû astengî, qedexe û tirsandinan jî her roja diçe, elaqeya li beramberî Kurdî zêde dibe û li gel vê serdema xedar jî bipêşketinên mezin çêdibin. Temo anî ziman ku di navbera salên 2011 û 2013’an de li kursên KURDÎ-DER’ê hezar û 6 kes mezûn bûn û wiha domand: “Hejmara van xwendekaran ji bo zimanê Kurdî bi bandor bû. Li Rojava piştî xwînmij vekişiyan, tenê sala par ji dibistana seretayî heta zanîngehan 430 hezar xwendekar perwerde bûn. Ev hêj didome. Ev ji bo siberoja Kurdan bipêşketineke herî baş e. Heta ev perwerdehî hebe, dê zimanê Kurdî winda nebe. Li her devera Kurdistanê ji kreşan heta bi zanîngehan helbet divê perwerdehiya Kurdî hebe. Lê belê çi dibe bila bibe, divê Kurdî ewil li malê bê fêrkirin.” Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon Nivîskar Faysal Ozdemîr jî bal kişand ser psîkolojiya bişaftinê û got, “Vê rewşê li ser zimanê Kurdî rewşeke psîkolojîk ava kiriye. Weke berê, îro jî celad ji bo zimanê Kurdî tine bibe, tevdigerin. Di nav asîmîlasyonê de oto-asîmîlasyon jî zêde ye. Îro di nav hin aliyan de têgihiştina axaftina Kurdî wek tiştekî xerab tê belavkirin. Bi taybetî li malan, rêzefilmên tên temaşekirin jî ji bo vê mînak e. ”
MA/ÊLIH