Qeydên atolyeyên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li Qosera Mêrdînê dest pê kirin. Komele, bi pêşengiya 7 ciwanan hatiye avakirin.
Navendê dest bi kursên erbane, gîtar, bilûr, tembûr û amûrên din kir. Perwerdekara komeleyê Sema Ozelasî, anî ziman ku ji ber ku li meydana çand û hunerê valahiyek hebû, wan komele ava kiriye: “Em ê li komeleyê dersên erbane, gîtar, bilûr, tembûr yîn din bidin. Her wiha em koroyeke zarokan jî ava dikin. Ji bo mezinan jî kursên govendê hene.”
Ozelasî wekî din got, ew dixwazin dengbêjiyê jî zindî bikin: “Em ê di nêz de merasîma vekirinê ya komeleyê çêkin. Divê em xwedî li çand û hunerê xwe derkevin. Em li benda her kesî ne.”
MA/MÊRDÎN