Li Xarpêtê cil û bergên ji bo nexweşê penceşêrê hatibûn şandin, nedanê; li Kayseriyê jî gardiyanan li girtiyekî xist.

Dewleta Tirk a ku di şerê xwe yê topyekûn ê li dijî gelê Kurd de bi ser nakeve, bi zilma xwe ya li dijî milet dixwaze serî bide tewandin. Ew nexasim jî li girtîgehan ku jixwe armanca wan cezakirin û serîtewanadina girtiyan e, vê zilma xwe di asta dijminahiya nirx û mafê mirovahiyê de zêde dike.   

Mehdî Boz ê girtî, bi nexweşiya pençeşêra tîroîdê ketiye û bi ser de jî gelek nexweşiyên din lê peyde bûne. Ew li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin. Wî ji bo siheta xwe cil û berg ji malbata xwe xwestibûn. Lê belê rêveberiya girtîgehê, bi hinceteke ecêb, ev cilûberg nedan wî. Hincet ew e ku navnîşan nerast hatiye nivîsandin. Tiştên mîna şal, gumlek, şimik û gore yên ku Boz ji malbatê xwestibûn, 7’ê Îlonê bi rêya kargoyê hatibûn şandin. Piştî 3 rojan bi têbîniya ‘navnîşana şaş’ ev cilûberg li malbatê vegeriyan.

Li ku gilî dikî bike

Xuşka Mehdî Bozî, Necla Er anî ziman ku bi dehan caran li ser heman navnîşanê wan pere şandine, heta niha ti pirsgirêk derneketiye.

Er diyar kir ku ew ê dîsa tiştan bişînin û wiha peyivî: “Ji bo şaştî ne be careke din, ez li girtîgehê geriyam. Navnîşana ku wan da min heman navnîşan bû, ku berê min tişt jê re dişandin. Min ji wan re got, ji ber ku ‘navnîşan şaş e, tişt li min vedigerin’, wan navnîşana jê re got, ‘şaş e’, ji min re dubare kirin. Hingî min got, ‘Ez ê giliyê we li wezaretê bikim’, wan jî got; ‘Tu li ku dixwazî li wir gilî bike.’ “

Êşkenceya li girtiyên jin

Girtiya jin Sînem Oguz, a ji Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê di 9’ê Îlona 2018’an de birin Girtîgeha Jinan a Enqereyê, gardiyanan êriş bire ser wê û lêda. Gardiyanan dema Sînem Oguz anîn Girtîgehê “Lêgerîna tazî” li ser wê ferz kir. Oguz ku lêgerîna tazî qebûl nekir, bû armanca êrişa gardiyanan. Şopa neynûkan li ser mil û zenda wê mabûn.

Parêzer Alîşan Şahîn, diyar kir ku muwekila wî di 10’ê Îlone de derket pêşberî dadger û serpêhatiyên xwe vegotin. Şahîn got, “Muwekîla min rastî êrişa 14-15 gardiyanan hatin. Li salona dadgehê piyê xwe nîşan da. Li ser mil û zendê wê şopa neynûk û lêdanê hebûn. Milê wê reş û şîn bûbû. Oguz ku rastî lêdanê hat rapor kir. Em giliyê wan gardiyanan bikin ku li diji hiqûqê û mirovahiyê tev geriyane.”

Şahîn, anî ziman ku di demên dawî de li Girtîgeha Jinan a Enqereyê, binpêkirinên mafên mirovan wisa zêde dibin û divê di derbarê vê yekê de lêpirsin bê destpêkirin û gav bên avêtin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN