Beriya ez gotina dawî bêjim, rê bidin ez hin nêrînen xwe li ser hin têgehan, bi we re parvekim. Li civatên pêşketî û demokratik têgehên civakî, politik zelaltir û berbiçavtir in. Li van welat û civatan, bi radeyên cuda ve, li hember bûyer û pêwendiyan, her kes berpirsiyarê kirin û gotinên xwe ye. Û ji xwe li gorî ehlaqê olî jî mijar nefsî ye. Gotinê pêşiyan wekî ”Bizin bi lingên xwe, mîh bi lingên xwe…” hê jî di civaka kurdî de tê gotin.

Li dewlet û civatên Rojhilata Navîn hin têgeh ne zelal in. Di pêwendiyen malbatî û sosyal de, naveroka têgehan gelek caran li gorî girêdana xwînê ne.

Îca, karê me Zivingîyan zor e. Dibin navê ez xwarziyê mala Anter û nemaze yê Apê Mûsa me, gelek kesan ”nan xwarine” û karê xwe birêve birine. Ya na dê çima Orhan Miroglu bibêje ku ez xwarziyê Musa Anter im.

Malbata Anter ne bi zembîlan ji asîmanê heftan daketine ser riyê erdê. 


Mala Anter bi ava zemzemê ne şuştî ne!

Rast e ku di nava malbata Anter de xatûna bi nav û deng wek Fesla Anter, ciwanmêrên xwedî  gotinên xwe, mêr û merd wek Ûsivê Anter an jî Şukrîyê Ahmedê Anter, cangorîyên welatên xwe Hecî Feysel û Şoreş yên mala Ahmedê Anter û hûn hemû wî bêhtir nas dikin  Apê Mûsa (Musa Anter) Zivingî û ji mala Anter in.

Lê hemû mala Anter bi ava zemzemê ne şuştî ne!

Ev her du reh di her malbatek naskirî yî li Kurdistanê peyde dibin. Di nav Malbata Hikmet Çetînê Licêyî jî de kesen welatparêz û bi rumet hene. 

Di nav malbata Şêx Yabo yên Qerejdaxê de ku bapîrê wan li gel Şêx Seid daliqandin û îro bi AKP’ê re ne, ev her du reh hene. 

Hetta di nav malbata Bedirxanîyande, ger tu Celadet, Kamîran, Sureya û çend kesên din ji nav derxe, karesatên Bedirxaniyan qet ne paqij in.


Li nav Mihelmiyan xwarziyê Apê Musa nînin

Orhan Miroglu ji malbata Mîrê Mihelmîyan lawê Ismail beg e. Heta îro di derheqa Ismaîl Beg û lawên wî yî din de tiştekî neyînî nehatîye gotin. Berovajî, li gor tê gotin serpêhatîyên Ismail Beg yên li zîndana Amedê hene. Zilma dewletê pişka wî jî ket. 

Xwişka Ismail Beg Şemso, li Serê kanya, xanima Evdelê Silêman bû. Evdelê Silêman ji malbata Mihemed Cizîrî ye. Gelek kur û nêvîyên Şemso bûne cangorîyên Kurdistanê.

Merivantiya Mala Anter û Malbata Mihemed Cizîrî jî ji  zû ve ye. Li gundê Kaniya şêx, diya Fesla Anter, dota Ahmed ê Birahîm ê Axê (laqaba wî xweda yê Çalê),  Xanimê jî, ji malbata Mihemed Cizîrî bû. Mûsa Anter, Tevfoyê mala Osman û Sebrî yê Smailê Deqik ku ji mala Mihemed Cizîrî ne, mixaletiyên hev in.

Xwarzîyên Musa Anter li Qamişlo, Hilêlîyê, Amûdê, Şabanê, Gundikê Celal, Hatxê, Dêrê, Bûnisra, Nisêbînê û hin gundên din hene. Lê li nav Mihelmiyan xwarziyê Apê Musa nînin.

Dibêjin: ”Yên ku li gotinan digerin, malekê bicîh dihêlin û diwanzdeh malan kirê dikin.”

Naxêr, Orhan Miroglu yê ku vêga uniforma AKP’ê li xwe kiriye, ne xwarziyê Apê Mûsa ye.

Selahadînê Zivingî/NISÊBÎN