Dapîra Emîna ku jiyana xwe jidest daye, çil, werîş, tenteneyan ji tayên hiriyê bi riya tevna teşiyê çêdikir. Emîna jî dema 12 salî bû li gel dapîra xwe dima da ku fêrî vî karî bibe, û di temenekî biçûk de xwe fêrî teşiyê kir.


Armanc parastina çandî ye

Emîna cilên kevin ango balê yên hiriyê dikire, piştî ku dişo wan vediçirîne û tayê wan jinûve dirêse da ku bi hev bigire. Piştre jî bi du sîxan cil û tentenyan çêdike.

Li gor dazanîna Emîna, ew dikare her 4 rojan heta hefteyekê çilekî an jî tenteneyekê çêke. Çilan ji malbata xwe re çêdike û mala xwe bi tentenyan dixemilîne. Gelek caran jî berhemên xwe diyarî xelkê dike. Ew ne bi armanca sûd jê wergirtina aborî vî karî dike, tenê armanca wê parastina vê çandê ye.

Derbarê vê yekê de Emîna Ebdê dibêje, “Mebesta min jî vî karê ew e ku çanda pêşî û mezinên xwe biparêzim û ji her tiştên kevin sûdê werbigirim.”

Emîna ji hemû jinan dixwaze ku xwedî li çanda xwe derkevin û ji her tiştên kevin sûdê werbigirin. 


 HESEKÊ