Nazirî ji aliyê heyeta birêveberiya mehrîcanê (cejinvare) a sînemayî ve wek baştirîn stranbêj di warê sînema û şanoyê de hat hilbijartin û xelata baştirîn hunermendî bi dest xist.

Nazirî sala 1949'an li Kirmanşanê hatiye dinê. Hostayê sêtarê ye û li tembûrê jî dixe. 25'ê sibata 2006'an li bajarê San Diego yê Emerîkayê wekî Majorê San Diegoyê hat pejirandin. Wezareta Çandê ya Franseyê xelata herî mezin a dewletê Legion d’Honneur 29´ê Îlana 2009´an bi merasîmekê li Parîsê da wî. Neteweyên Yekbûyî jî wî wekî "gencîneya çanda zindî" dipejirîne. 


 TEHRAN