Hunermendên Êzîdî û Navenda Çanda Êzîdxanê (NÇÊ) bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya saziyên Ewrûpayê şermezar kirin.
Li bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê hunermendên Êzîdî û NÇÊ li ser grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan daxuyaniyek weşand. Li ser navê NÇÊ, Hozan Xemdar axivî û got, ew ê tecrîdê bişkînin.
Piştre Gulê Amed daxuyaniya NÇÊ xwend û got,
“Pêşengê Civaka Êzidî, Mam Zekî Şengalî bi heman komployê navneteweyî ya li dijî Ocalan, di 15’ê Tebaxa 2018’an bi hovane hate qetilkirin. Em şagirtên Mam Zekî Şengalî bi biryardayineke xurt soza ji bo pakrewanan dubare dikin. Saziyên ku xwedîgiravî mafên mirovan diparêzin di serî de Netewên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) li hemberî kiryarên faşîzma dewleta Tirk bêdeng in. Li hemberî vê bêdengiyê em ê nebin temaşevan.
Rêzdar Leyla Guven di çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de d roja 113’an de ye û rewşa wê ya tenduristiyê ketiye asteke krîtîk. Rewşa çalakgerên li Strasboûrgê, yê li Hewlerê di heman tehlûkeyê de ye. Lê tevî vê, çalakger bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.
Em bang li CPT, li Netewên Yekbûyî, li DMME´yê dikin, demildest ji bo rakirina tecrîda girankirî di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de bi berpirsiyarî û erkên xwe rabin. Nebin hevkarên sûcên mirovahiyê!”
BIELEFELD