Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî, kongreya xwe ya 5. li dar xist û biryar da ku xwe bi navê Navenda Çanda Êzîdiyan bi rêxistin bike. 

Kongreya 5. a Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî, 3'ê Çiriya Pêşîn (roja Yekşemê) li bajarê Lohne yê Elmanyayê pêk hat.

Ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji Elmanya û gelemperiya Ewrûpayê û ji Rûsyayê 67 kes weke delege tevlî kongreyê bûn.

Piştî rêzgirtina ji bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê re, Hozan Xemdar axivî û li ser karên platformê yên du salên dawiyê agahî dan. 

Di encama nîqaşan de biryar hat dayîn ku Hunermendên Kurdên Êzîdî li şûna platformê xwe ji niha û pê ve bi rengê navendê bi rêxistin bikin û bi vê armancê navê Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî weke Navenda Çanda Êzîdiyan (NÇÊ) hate guhertin.

Di dawiya kongreyê de hilbijartin hatin kirin, rêveberiyeke ji 13 kesan hate hilbijartin û ji bo dema pêş biryarên girîng hatin dayîn. 


LOHNE