Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) Navenda Çand û Hûner a Mexmurê (NÇHM) bi boneya Roja Şanoyê ya Cihanê bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên şanoger bi bîr anîn. Piştî dayîna daxuyaniyê, li xelkê wargehê û nexasim zarokan şekirok hatin belavkirin.
Di daxuyaniyê de NÇHM´ê got, “Di rojeke wisan de şehid Yekta Herekol jî li hemberî zilm û zordaran, li hemberî kerrbûn û korbûnê, li hemberî komplogeran, herwiha li hemberî bêdengiyê em vexwendin ronahiyê, qêrînê, şer û berxedanê. Bi vê mebestê em careke din hevalên xwe yên şoreşger û şanoger Şehîd Yekta Herekol bi bîr tînin û roja şanoya cihanê di kesayeta Şehîd Yekta de li hevalên din yên weke şehîd Hêvî, Rêzan, Sarya, Baran, Daxistan, Zerdeşt û hemû şanogeran pîroz dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, şehîd namirin” bi dawî bû.
MEXMÛR / ROJNEWS