Navenda Çandê ya Mezopotamaya ya Stenbolê (NÇM) di sala 1991'an de hate avakirin û ji hingê ve ji bo çand û muzîka kurdî li cihanê bide nasîn, xebatan dimeşîne. NÇM'ê weke her sal, îsal jî dest bi kursên xwe kir. Di nava van kursan de şano, erbane, tembûr, gîtar, folklor, keman, reqsa modern û gelekên din jî hene. Xebatkarê NÇM'ê Ferît Elalmiş der bare xebatan xwe de agahî dan.
Mamosteye erbaneyê Ferît Elalmiş, der bare xebatên xwe de got: "Di kursên me de gelek hevalan em digihînin. Em li NÇM'ê ji bo ciwanên tên di aliyê çand û hunerê de bihgihînin xebatan dikin. Hevalên me ye ku di NÇM de xwe gihandin gelek in. Niha jî bi mere dixebitin." Elalmiş, diyar kir ku kesên tên NÇM ji bo serdemekî tên wir û wiha axivî: "Ciwanên kurd wexte tên vir xwe li vir baştir tînin ziman. NÇM li ser muzîka kurdî, çanda kurdî alternatîfeke ji bo ciwanan pêk tîne. Li ser çand û muzîka kurdan qirkirineke heye. Em li hemberî ve yêkê xebatên xwe dimeşînîn. Kesen ku tên vir jî bi baldariyekê tên."

'Em dê koma erbaneyê ava bikin'

Elalmiş, anî ziman ku eleqeyek mezin li hemberî qursan heye û wiha pê de çû: "NÇM ji bo çand û muzîka kurda bide jiyandin heye. Lê ne tene kurd tên vir. Hevalên me yên Tirk, Emerîkî jî hene û du sal in li vir in. Gelek kesên ku zimanê wan, regezên wan cuda ne tên kursan. Di vî warî de eleqeyeke gelekî mezin heye ji bo kursan." Elalmiş, dibîje, her çiqas tengasiya wan ya cih heye jî xebatên xwe dewam dikin. Elalmiş, destnîşan kir ku ensturmana wan a herî zede eleqeyê dibine erbane ye û wiha pê de çû: "Pirranî hevalên jin tên dersa erbanê. Ev sê sal in eleqeyeke mezin heye ji bo erbaneyê. Erbane bi tunebûne re rû bi rû ma bû. Lê xwedî derketineke mezin a van salên dawî li hemberî erbane çebû. Yên ku li erbanê xwedî derdikevin jî hevalên jin in. Îsal li ser vê me hedefek daniye ber xwe. Em ê ji hevalên ku tên dersa erbane komekê ava bikin."

'Erbane qirîna jinê ye'

Şagirta erbane Gurbet Baykal (25) a ku ev salek e tevlî dersa erbanê dibe jî diyar kir ku wê li dîroka erbane koliyaye û wiha peyivî: "Cihê erbanê di jiyana jinê de gelekî xurt e. Jin evîna xwe, qirîna xwe bi dengê erbanê tîne ziman. Ji bo vê yêkê jî min dest bi dersa erbanê kir." Baykal got, ew hefteye 5 rojan dixebite û du rojên xwe yên din jî li NÇM'ê derbas dike û wiha axivî: "Ez hefteyê du rojan têm vir. Ji ber germahiya vir ev der weke mala min e. Wextê ez têm vir ez westandina xwe ya 5 rojan ji ser xwe diavejim."
Şagirta bi navê Kader Nargilî diyar kir ku ew jî salek e tevlî dersên erbaneyê dibe û wiha peyivî: "Ji bo ez erbanê di 8'ê Adarê de lêxim min dest bi dersên erbaneyê kir.  Wexta ez li erbanê dixim ez bi çavekî xweş li cihane mêze dikim."

'Ez dixwazim zarokan fêrî kemanê bikim'

Şagirta Kemanê Nurşen Gezer jî diyar kir ku wê berê li cihekî din ders didît û wiha got: "Pişt re min got ez e biçim NÇM'ê. Ji ber ku NÇM wek mala min e. Ez li vir hem zimane xwe hîn hîndibim û hem jî dîroka xwe. Atmosfera NÇM'ê ya qursan pir cuda ye. Ez pir kefxweşim." Gezer, anî ziman ku ew ne tene ji bo derse te NÇM'ê û wiha axivî: "NÇM ji bo min tiştekî din e. NÇM ji bo min dîrokeke. Em zaningehe dixwenin û li malê dirûnîn. Lê em li NÇM'ê germahiya ku em li male dibînin li vir jî dibînin." Gezer sedema tevlîbûna dersên kemanê wiha rave dike: "Ji ber ku keman hinekî durî me ye, ji ber ku keman di nav çanda kurdan de tune ye, ji bo wê min dest bi kemanê kir. Armanca min ew e ku ez bibim hosteyê kemanê û kemane hînî zarokên kurda jî bikim."

'Ew li NÇM'ê xwe tenê hîs nake'

Yusuf Bekçî keça xwe ya 8 salî tîne NÇM´ê. Ew dibêje, ew keça xwe Avaşîn ji bo hînî çand û hunera xwe bibe tîne NÇM´ê û wiha peyivî: "Ev du sal in em hatine Tirkiyeyê. Me got bila Avaşîn ji Kurdîstanê dûr nekeve ji bo wê em wê tînin vir." Bekçî da zanîn ku keça wî Avaşîn wexta tê NÇM'ê pir kefxweş dibe û wiha axivî: "Pirranî li vir kurdî diaxivin hem zimanê xwe hîn dibe hem jî ji çanda xwe dûr nakeve. Keça min jî pirr hez dike were vir. Heta dawiya hefteyê her tim dibêje, ma em ê kengî biçin kurse. Avaşîn wexta tê vir ez dibêjim tiştekî li vir dibîne ku heta dixwaze were vir. Ez bawer dikim ku wexta ew tê vir ew xwe li Stenbole tenê nabîne ji bo wê hez ji vir dike. Her diçe daxwaza Avaşîn zêde dibe. Ez bawer dikim ku wê ji vir hîn bibe û hunerê xwe jî bo çanda kurdî, Kurdîstanê bike."

STENBOL