NÇM’ê kargeriyên xebata nû vekir û dest bi xebatên demsala nû kir. NÇM’ê piştî kargerî vekir dê di Cotmehê de 3’emîn Mihrîcana Çand û Huner a Kurd pêk bîne.
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) dest bi xebatên demsala nû kir. Der barê xebaten nû de amadekariyên paşerojê de Hunermenrd Genim, behsa xebatên xwe navendê kir. “Em armanc dikin ku bi ruhê gelê xwe yê çand û hunerî û ruhê azadiyê serdema nû geş bikin. NÇM bi salan e xizmeta çand û hunerê Kurd dike û hewl dide ku çanda Kurdan biparêze û berhemên nû li ser zêde bike.”
Li dijî bişaftinê huner
Genim da zanîn ku NÇM di serdema nû de bi kargeriyên nû dest bi xebatê kiriye û wiha li ser mijarê peyivî: “Kargeriyên tembûr, bilûr, zurne, piyano, gîtar, kemanê dersê didin. Li gel van kursan kargeriya dansa modern jî tê vekirin. NÇM dîsa di meha cotmehê de dê 3’emîn Mihrîcana Çand û Huner a Kurd pêk bîne. Ji niha ve dest bi amadakariyên wê hatiye kirin. Di xebatên kargeriya nû de li gorî amadekariyên 3’emîn Mihrîcana Çand û Huner xebat tên kirin.”
Genim, destnîşan kir ku ew dixwazin li dijî polîtîkayên bişaftin, komkujiya çandê, xebatên atolyeyan bi pêş bixin.
Genim dibîje ew dixwazin li metropolên Tirkiyeyê, ciwanên Kurd û çanda Kurd bi hev bidin naskirin, ciwan vê çanda xwe neqlî paşerojê bikin, li dijî polîtîkayên bişaftin û komkujiya çandê têkoşîna parastina çandê xurt bikin.”
Em ê hêviyê xurt bikin
Genim, anî ziman ku çand û huner damarên jiyana mirovan in û wiha peyivî: “Pergalê bi pêvajoya OHAL’ê (Rewşa Awarte) herî zêde xwest çand û huner têxe bin zextan. Ji ber vê yekê di 2 salên dawî de gelek navendên çand û hunerê hatin girtin. Lê me tevî OHAL’ê ti carî xebatên xwe yên çand û hunerî ranewestandin. Me dîsa hewl da ku li gel hemû şert û mercan çand û hener bigihînin gel. Em wekî NÇM’ê û xebatkarên NÇM’ê dê her dem bi hêvî bin. Em dê hêviyê xurt bikin û ber bi paşerojê ve têkoşîna xwe dewam bikin.”
MA/STENBOL