Ne Başûr û ne Bakur ji dagirker re ewle ye
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li herêma Barzan a li Başûrê Kurdistan û Çelê, 14 eskerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku li herêma Barzanê 5 û li navçeya Coelmêrgê Çelê jî 9 eskerên Tirk hatine kuştin.
HPG’ê got, “18’ê Tîrmehê saet 10:30’î li dijî eskerên Tirk ên li Girê Xwedê yê li herêma Barzan a girêdayî Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn, rêze çalakiyên sabotajê hatin kirin. Di van çalakiyan de 5 esker hatin kuştin.”
Li Çelê derbeke xweş li dagirkeran ket
Li ser çalakiya 17´ê tîrmehê ya li Çelê jî HPG´ê ev agahî dan: “17’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirova li devera Kanî Orê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribû. Hêzên me yên YJA Starê di heman rojê de li dijî yekîneyeke operasyonê ku xistibû bin kontrolê, saet 18:30’î çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku çeperên dijmin bi dijwarî hatin derbkirin, 9 esker hatin kuştin û 3 esker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û wesayîtên zirxî ji qadê rakirin.” ANF/BEHDÎNAN