Yek ji rojnameya Elmanyayê Neues Deutschland doh bi manşeta bi Kurdî, ‘Ne bi xêr tê Erodgan’ derket.

Rojnameya Neues Deutschlandê bi vê jî balê dikişîne ser serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku ji pêr ve li paytexta Elmanyayê Berlînê ye û dest bi danûstandinên fermî kiriye, manşeta xwe bi Kurdî da.

Rojnameya ku bi manşeta “Ne bi xêr tê Erdogan” derketî ragihand ku Erdogan li Elmanyayê ji hêla derdoreke berfireh û muxalefetê ve nayê xwestin. Rojnameyê sûcên Erdogan ên van demên dawî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bîr xistin û rexne li pêşwazîkirina fermî ya dîktatorê Tirk anî.

 

BERLÎN