
KENAN KIRKAYA / MA / ENQERE
Zarokekî girs mezin, ku li ser dikê bi zarokan re dicoşe, bi amûrên xwezayî ku ji ser sergoyan tên komkirin, dengê herî xweş derdixe, bi zimanê Kurdî diherike nav dilê mirovî… Şêrko Kanîwar, Orkestraya Ritma Xwezayî, ruhê zorakan û bandora kujende ya qeyûman vedibêje.
Carinan hin dîmen hene diherikin nav dilê mirovî. Dema ku zarokên Kurd jî bi amûrên xwezayî bi zimanê kurdî, bi coşeke mezin berhemên çandî diafirandin, her Kurdek bi vê hestê herikî nav zarokatiya xwe. Ev zarokên ku li ser dikê mezin dibin û Orkestreya Rîtma Xwezayî afirandin, bi xwe re derhênerê xwe jî mezin dikin. Ew derhêner Şêrko Kanîwar e.
Şerko Kanîwar bi dimenên ku tu di strana Koçero de, bi zorakan re dicoşî me ji te hez kir. Em dixwazin te nas bikin.
Ez kesek im ku sala 1995’an bi zora birayê xwe çûm kurseka muzikê. Min dibistana navîn li Stenbolê xwend. Birayê min ê mezin tembûrek kirîbû, dê bi hevalê xwe re biçûya kursa muzikê. Lê ji ber kar û barê xwe ev yek nebû para wî. Lewma xwest ku qeyda wî jî vala neçe, li şûna wî ez biçim kursê. Min nedixwest. Li hemberî vê israra wî, min xwe li erdê dida. Qet ne di aqilê min û yê malbata min de bû ku ez ê rojekê bi muzikê rabim û bi muzikê rûnêm. Malbata min jî her tim dixwest ku ez bibim bijîşk yan jî endezyar.
Heta 12-13 saliya min ti elaqeya min bi muzikê re nebû. Piştî ku min dest bi muzikê kir, ez dema li zarokatiya xwe vegeriyam, min dît dema ku ji bo dawetan komên muzîkê dihatin gundê me, heta ku ew diçûn, ez ji cem wan veneqetiyame. Lê piştî ku min bi zora birayê xwe dest bi muzîkê kir, bi 10 salan ez hay ji ruhê xwe yê muzîkê çêbûm. Xuya ye ku tiştek hebû. Di temenên pir biçûk de, divê mirov zeminên dewlemend ji zarokan re veqetîne ji bo ku ew karibin riya xwe bibînin.

Pişt re te çawa muzik bi pêş xist?
Min bi amatorî li tembûrê dida. Dema ku ez ji bo zaningehê hatim Amedê, li Amedê min erbane û def nas kir, li Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê. Bi nasîna defê, hêdî hêdî ez ber bi fikra “divê muzik parçeyekî jiyana min be” ve çûm. Piştî ku zanîngeh bi dawî bû, min 3 salan mamostetiya matematîkê kir, li dibistanên taybet.
Bi israr min nexwest ez bikevim nav wê pergala karmendiyê. Dema stajê min nakokiyên pergalê dîtin. Lewma ez neketim nav pergala karmendiyê.
Û ev xebata zarokan?
Min di bin banê Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê de dest bi kar kir. Sala 2006’an, şarederiyê kampa zarokan amede kir. Li Hazarê şarederiyê erd kirîbû. Cihekî xwezayî, cihekî xweş bû. Ji bo zarokan hatibû veqetandin. Her heftê 50 zarokên xizan ku ti derfeta wan nebû, dihatin hilbijartin. Şarederiyê ew dibirin kampê li wir çalakiyên hunerî, civakî, avjenî, spor û filan û bêvan dikirin. Zarok di konan de diman. Ez jî wekî mamosteyê muzikê vexwendim wir. Gotin were hefteyekê bi zarokan re atolyeya muzîkê çêke. Lê ez fikirîm ku ez ne mamosteyê muzîkê me. Tenê têkiliya min bi zarokan re li ser dersa matematîkê çêbûye. Amûra min amûrek ku ez hefteyekê fêrî zarokan bikim, nîn bû. Berpirsê kampê, kaxizek da me, got hûn ê hefteyekê çi bikin, binivîsîn. Ti tişt di bîra min de nebû. Dengê sîsirkan dihat. Min nivisî û got, ew der cihekî xwezayî ye. Em ê bi amûrên xwezayî orkestrayekê çêkin, şeva dawî em ê konserekê bidin. Lê min nizanibû dê çi derkeve holê. Roja din, em derketin ser peravên golê, ji me re tiştên ku deng derxin lazim bûn. Me satil, kevçî, şûşeyên sodayê, şûşeyên pet ên ku xweza qirêj kirine, berhev kirin. Zarok pê keniyan, gotin mamoste ev çi ye. Ji ber ku behsa muzîkê dibe zarok li benda defê, zirnê, daholê ne. Me hinek bi wan re sohbet kir. Me got, dema em darekê datînin ew bi aweyekî rîtmik deng dide, dilê me bi awayekî rîtmik lê dide, şev û roj bi awayekî rîtmik diguherin, demsal jî… Dema ku ev amûrê di destê me de xwezayê qirêj dikin û rîtma xwezayê xirab dikin. Me got, em ê bi van ritmekî derêxin û peyamekê jî bidin. Piştî 10 deqayan zarok şok bûn. Ji satilên mast, ji binikan, ji şûşeyên ku xwezayê qirêj dikin, ji her yekî dengek derdiket.
Helwesta zarokan çawa bû?
Roja din me xwest zarok vê yekê binirxînin. Zarokekê got, min notaya dengê xwe di şûyeyan de dît. Ev gotin, ji bo min bû destpêka vê xebata zarokan ku ez careke din dest jê bernedim. Yanê me sala 2006’an li kampê bi 50 zarokan dest pê kir, sala 2015’an dîsa di bin banê Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê de li Konservatuwara Aram Tîgranê bi beşdarbûna hezar zarokî, konser da. Di nav van zarokan de zarokên kampa Şengalê jî hebûn. Heta niha 10-12 hezar zarok bûne endamê vê orkestraya rîtma xwezayî. Hinek karê cuda dikin, hinek jî bi awayê profesyonel di nav xebatên muzikê de ne.
Çi astengî derketin pêşiya we?
Enstruman ne hewce ne, di destpêkê de zarok bên îqnakirin astengiyên mezin dernakevin holê. Dem bi dem dema hejmara zarokan zêde dibû pirsgirêka cih çêdibû. Mesela, sala 2008’an ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne em bi 82 zarokan re çûn Heskifê. Hat dîtin ku xweza û Orkestraya me bi hev ve girêdayî ne. Dema ku Munzur tê talankirin, daristan tên şewitandin Heskif di bin avê de dimîne ritma xwezayê xirab dibe. Ev organizasyona me ya yekemîn a mezin bû. Ji ber pirsgirêka cih me xebatên xwe li saziya mehrbirînê meşand.
Tiştên balkêş ên bi serê we de hatin, çi bûn?
Mesela hin kanalên mezin xwestin ku em zarokan derxin bernameyên wan. Wê demê zarokên ku kevir diavêtin çekdarên dewleta Tirk di rojevê de bûn. Dixwestin, xebata me li hemberî vê yekê bidin nîşan û wekî ku em zarokan rehabîlîte dikin, bidin nişan. Lê ev yek ne rast bû. Zarokan him kevir davêtin û him jî muzik çêdikir.
Wisa dixuyê ku tu jî bi zorakan re fêr dibî…
Rast e. Ez bi zarokan re fêr bûm. Ez bi zarokan re fêrî perwerdekariya xwe bûm. Ew zarokên bê avantaj, ên ku ji malbatê, ji dibistanê hatine qewirandin, me peywira herî girîng da wan. Orkestraya me ya orkestraya zarokên din e. Zarokekê got, heger em xelet lê bixin dê çi bibe? Me got, xeletlêdan tine ye, her kes bisekine hûn lêdin, dengekî din wê derkeve.
Ev xebat ezperestiyê ji holê radike, kominalizmê, parvekirinê derdikexe pêş, çanda demokrasiyê pêk tîne. Hişmendiya rexne û xwerexnekirinê bi pêş dixe. Ez bixwe pirr bextewer im. Lê kêmasiyên me jî hene. Li Amedê di navbera 3-10 salî de 400 hezar zarok hene, me 1000 zorak derxistin ser dikê, em negihiştine 399 hezar zarokî. Lewma mirov bi tiştekî wiha diêşe. Temenê min têrê nake ku ez xwe bigihînim her zarokî. Lê zarokê hînî vê çandê bûne eê vê yekê bidomînin.
Têkiliya vê xebatê û ya ziman çî ye?
Me ev xebat heta niha ji sedî sed bi Kurdî meşand ji ber ku em vî karî li Kurdistanê dikin. Lê dema ez hatim Enqereyê, me xebata xwe bi Tirkî meşand. Li Kurdistanê em di vê xebatê de stranan jî dibêjin. Lê dema ku em stranan nebêjin ez qet neaxivim jî ez dikarim vê xebatê bi zarokan re bimeşînim. Bê ziman. Bi zarokan re bi zimanê bedana xwe em dikarin hevdu fêm bikin. Ez beriya bi mehekê li Amsterdamê bûm. Min qet bi zimanê wan nizanibû, lê me bi hev re stran gotin. Li wir dema tu dikevî polekî, heger 25 zarok hebin, bi kêmanî 20 çand, zimanên cuda hene. Me bi hev re strana “Keleşo” û “Leylo” got. Dema ku li Kurdistanê vê xebatê dikim, bi israr bi Kurdî vê xebatê dimeşinim.
Niha, qeyûman bandorek çawa li ser xebata we kir?
Dema ku em li Amedê xebatan dimeşînin 300 zarok ji bo vê xebatê dihatin cem hev. Dema ku hûn li kiryarên qeyûman yên ku li ser şarederiyê DBP’î rûniştine binihêrin, di destpêkê de xebatên jinan, xebatên zarokan xabetên çandê derb xwarin. Bêguman çand û zimanê Kurdî hedef hat girtin. Xebata me jî ji ber derfetan derb xwar. Lê ji hêla rihî, moral û motivasyonê ve ji sedî hezar pêşketin çêbû. Malbat jî, zarok jî, bêhtir li vê xebatên xwedî derdikevin. Ev xebat li mekanan di nav burokrasiyê de ava nebûye ku bi daxwaza wan jî bisekine. Huner heger ku li pêşiyê bend bên çekirin jî dê wan benda hilweşîne.
Şêrko mina ku hinek zaroktî bi te re heye…
(Bi kenekî xurt) Ez ê her tim zarok bimînim. Heger mirov rihê zaroktiyê winda bike, mirov dê him xeyalên xwe winda bike hîm jî zû kal bibe…