Li Tirkiyê her tişt belovajiyê rastiya cihanê ye. Tu tişteke serkariya tirk afirandî naşibe hempayê xwe. Wekî netewa wan a hezarpîneyî ya bi destê generalên osmanî li ser rijandina xwînê  û talanê hatî afirandin, Saziyên wan ên din jî her wisa hatine sazkirin. Saziya herî bi qirêj û tim ji doxînê berjêr difikire û dinivîse, tu nirxê mirovî nanase jî, bêguman çapemeniya wan a ji normên cihanê der e.
Çapemeniya wan tenê ji bo mêjî û mentalîteya wê netewa xilt afirandinê hatiye demezirandin. Ji ber vê egerê jî ew çapemenî tim di xizmeta mîlîtarîzma li ser kar de bû. Ev doh jî wisa bû û îro jî wisa ye. Wan hemû cuntayên leşkerî silavkirine û di xizmeta wan cuntakaran de xebitîne, leşker û cuntaya leşkeran wek divêtiyeke jiyanî pejirandine û pêşkêşkirine. Tevahiya çapemeniya wan di vê boçûnê de ne. Heta wan ev artêşa xwînxwar û kujêr wisa mezin kirine, nayê aqilan. Mehmet Alî Birand mêjiyê vê koletiya mîltarîzmê di vê nivisa xwe ya dawiyê de wiha tîne ziman. „..Artêşa me: Sîgortaya her tiştê me, parêzwanê demokrasiya me, qerentiya jiyana me bû…“ Dema qaşo rojnamegerek baş vê bibêje, dê yên din çi bibêjin?
Li Tirkiyê tim mîlîtarîzm desthilatdar bû û niha jî wisa ye. Divê mirov ji mîlîtarîzmê ne tenê serkariya leşkeran têbigihîje. Serkariya Erdogan jî bi polês, dozger û hêzên xwe yên taybet ve xwedanê vê wesayeta mîlîtarîzmê ye. Hem jî ew nûnêrtiya mîlîtarîzmeke herî paşverû û herî xwînxwar dike. Wan erkên mîlîtarîzmê ji leşkeran wergirtine.
Ew çapemeniya berê di xizmeta mîlîtarîzma leşkerî de bû, li pey jî ketin xizmeta mîlîtarîzma sîvîl ya bi wesayeta leşkerî, ji Menderes, Demîrel, Ozal, Çîler, Ecevît bigire heta digihîje Erdogan. Erdogan rasterast nûnêrtiya mîlîtarizma bi tarîqatên bêîmanên wek Fetulahî dike. Jiwê ji tevahiya çapemeniya wan ne rojnamegerî , borazaniya mîlît^rîzmê û şer dike. Ev çapemenî, ne tenê bi aliyê mêjî ve, di warê diravî de jî bi serkariya mîlîtarîzmê ve girêdayîne. Kesên fermana mîlîtarîzma li ser kar pêkneyne, nikane di nava çapemeniyê de bijî. Erkê vê çapemeniya mêjî bende û mîlîtarîst tenî bangaşî, şerê qirêj û psîkolojîk meşandine. Ne şert e ku mîlîtarîstên çapemeniyê bi unîforma bigerin, ew tên zanîn; mînak wek Muntazer Turkone. Baş tê zanîn ku ew di dema serkariya Çîlerê-Gureş de şêwirmendê Çîlerê bû. Niha jî komîsereke di nava çapemeniyê de ye. Dîsa Emre Uslu rasterast ji nava polêsan berê xwe daye çapemeniyê. Li gel wan bi dehan kesên wak Altaylî ûyd jî hene.
Ev çapemeniya bi qirêj erkên xwe çawa pêktîne.
 Bi her awayî dixebitin ku Kurdan biçûk bixin. Bi wan henekên xwe bikin. Wek mînak herî başê wan Ahmet Altan e, ew li aliyekê tim dixebite ku aqil bide me Kurdan (Ev ji fikra Kurd nezanin, nikanin bifikirin tê û armanca vê rasterast Kurdan biçûk xistine.) Vê ji bi awayekî gelek hostayane dike. Berê çend gotin yan jî hevokên baş dinivîse, li pêy jî êrişa xwe pêktîne.
Metodek wan jî rasterast li Kurdan heqaret kirin, çêr kirin e. Hima bigire tevahiya çizvizkarên wanên qaşo demoqrat, dîndar, rastgir û nijadperest vê dikin.
Arîşana (morela) gelê Kurd şikandin, yan jî hewldanên vîna gelê Kurd melûlkirin. Wek mînak nivîsên kesên wek M. Turkone, Emre Uslu, Ahmet Altan ûyd. Hemû bangaşiya çapemeniya wan ya di vê demê de dikeve vê peşê.
Polîtîka parçekirin, di nava kesayetî û saziyan de çawa ku nakokî hebe, wisa nîşandayîn. Wek mînak: Di nava saziyên mîna PKK, KCK, BDP, Serokatiyê de hebûna cudahiyan nîşandayîn. Di nava serkotiya KCK de çawa ku pozberî û şerê desthilatî hebe, li dij hev bixebitin, wisa lanse dikin.
Ji bo li ber çavên gel û di bala giştî de biçûkxistin û reşkirinê navê Tevgera azadî bi zanistî li gel navên saziyên tirk yên xwînxwar û tewanbar bi kartînin. Wek mînak „PKK û AKP, PKK û Ergenekon. Yan jî rayedarên Tevgera Azadî li gel navên generalan bikaranîn. Dîsa berê Tevgera Azadî bi Amêrîka, Surye, Iran û niha jî bi istixbarata tirk, yan jî Ergenekonê û leşkeran ve girêdidin.
Nuçeyên aspargas weşandin. Ji bo ku bikanin vê derewê bi gel bidin pejirandin, bi her awa seneryoyan cûre cûre nivîs pêşkêş kirin. Wekî mînak mijara girtina birêz Murat Karayilan Yan jî girtina berpirsiyarên din.
Li ser Kurdan nûçeyên ji doxînê berejêr weşandin. Wek mînak: mijara parlamenterekî û wî meleyê di peravê deryayekê de bi tevê jinekê li kêyfxwe nêrîn.
Dîsa her rojname û tv yekê, li gor xwe hin pisporên şer ên ku haya wan ne ji rastiya cihanê, ne ji rastiya Tevgera Azadî, ne jî ji rastiya Rojhilata Navîn hene, afirandine. Herê carê derdixin tv yan û gotinên gemar bi wan didin gewixandin. Bê wan jî hin nijatKurdên caş jî bi navê rewşenbîrî û siyasetmedarên baqil (Kurdê spî) derdixin ekranan, yan jî nêrînên wan didin weşandin ku bikanin bi alikariya boçûnên wan, di bangaşiyên xwe yên qirêj de bi ser bikevin.
Di vê dema dawiyê de, wê çapemeniyê gelek malperên bi Kurdî, yan jî bi navê Kurdan weşanê dikin jî, girtine nava vê çembera ceştiya mîlîtarîzm û dagirkeriyê. Ku piraniya wan malperan tên zanîn. Ji xwe min gelek caran navên wan dabûn.
Di vê mijarê de divê gelê me; ya hîç guh nede çapemeniya mîlîtarîzma tirk, pispor û caşên ew didin bikaranîn. Yan jî bi wan bikenin û derbaz bin. Li gel wê kesên tên xapandin jî hişyar bikin.