Ne carekê du caran skandal e
Redaktorê siyasetê di rojnameya Elman FAZ (Frankfurter Allgemeine Zeitung) de Rainer Hermann nivîsiye, ev ne skandal e, lê “ew” weke avê an jî rojê zelal skandal e. Hermann behsa firotina sîlehên Elman ber bi Tirkiyeyê ve dike. Tevî qaşo sekinandina firotina sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve, par (2019) Elmanyayê bi 345 milyon euroyî sîleh firotin dewleta Tirk. Yanî ji temamê 823 milyon euroyên îxracata sîlehan, 345 euro. Ev jî dike ji sê paran yek. Çima ne skandal e? Li gorî Hermann ji ber ku Elmanya ya ku peymanên berê li ser wê ferz dike bi cih tîne. Û xebero Elmanya sîlehên dikarin “li Sûriyê bên bikaranîn” nade Tirkiyeyê. Ew behsa tankên Leopard II dike. Lê gava em berê xwe didin 2018’an sala dagirkeriya Efrînê, hingê jî Elmanyayê bi bihayê 771 milyon euroyî sîleh firotin û ji vê 243 milyon ji bo Tirkiyeyê bûn. Dîsa hema hema ji sê paran yek ji bo dewleta Tirk. Belkî jî Hermann difikire, ji ber ku ev li cem Elmanan adet e, ne skandal e. Ew xwe disipêre wê yekê ku Elmanyayê sîlehên artêşa deryayî firotine Tirkiyeyê. Baş e dewleta Tirk li Egeyê li dijî Yewnanistanê ku hem endama YE’yê ye û hem jî ya NATO’yê ye, ma ne tehlûkeyeke cidî ye? Ma artêşa deryayî ya dewleta Tirk beriya çendekê gef li keştiyên Fransayê nexwarin ku ew jî endama NATO û YE’yê ye? Pirsên acizker in, lê em eşekere bibêjin, ev skandal e. Ji bo me Kurdan ne carekê lê du caran skandal e: Thyssenkrupp van sîlehên ji bo keştiyên binê avê difiroşe dewleta Tirk. Ev şirketa Elman di çekdarkirina Sedam Huseyin bi sîstemên çekên kîmyewî de bi rola sereke rabûbû. FRANKFURT