Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî. Têkildarî kiryarên vê dawiyê yên desthilatdariya dewleta Tirk Karayilan got, ”Armanca bingehîn a vê rejîmê ew e ku serî li her kesî bide tewandin. Ev pîlan li Tirkiyeyê hinekî bi ser xistin, lê belê li Kurdistanê nekarîn serî li PKK’ê bidin tewandin. Nekarîn bi Rêber Apo re gavê bi paş ve bidin avêtin. Di navenda vê siyasetê de tecrîda li Îmraliyê heye. Ev rejîma qirker li ser sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ava bûye. Tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser demokrasiya Tirkiyeyê ye, li ser gelê Kurd û gelên herêmê ye.“ Karayilan diyar kir ku eger li dijî bêhiqûqî û bêexlaqiya sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê têkoşîn neyê kirin, hingî têkoşîna demokrasiyê jî bi pêş nakeve: ”Têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna li dijî tecrîdê êdî di zikhev de ne. Ji ber vê yekê ne tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, divê her kesê alîgirê demokrasiyê li Tirkiyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwêstê nîşan bide, li dijî vê têbikoşe. Heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin li Tirkiyeyê tiştek bi cih nayê, hiqûq, edalet, azadî, demokrasî pêk nayê.” Karayilan qirkirina Kurdan li Efrîn û Serêkaniyê bi bîr xist û got, “Ji bo kiryarên li Efrînê û Serêkaniyê hinek dibêjin, ‘çeteyan filan tişt kir’. Çete nîne; ew hemû dewleta Tirk bi xwe dike. MÎT rojane raporê ji van çeteyan werdigire û wan yekser bi rê ve dibe. Lewma berpirsyarê yekser ê vê hovîtiyê dewleta Tirk a faşîst û qirker e. Ne çete ne, ma çi qîmetê çeteyan heye? Ev hemû ji aliyê dewleta Tirk, ji aliyê Erdogan bi xwe ve tê kirin. Divê bi vî rengî bê nirxandin.” Karayilan wiha bang li ciwanên Efrînê kir: “Ya ku ciwanên Efrînê divê bikin ne reva ber bi Ewrûpa, Başûr û Tirkiyeyê ve ye, ya pêwîst ew e ku tevlî nav refên HRE’yê bibin, li rûmeta xwe, xak û welatê xwe xwedî derkevin.” NAVENDA NÛÇEYAN