Hepsiyên Berxwedana Xwerêveberiyan ku li Nisêbînê hatibûn girtin, di dadgeha dewleta Tirk de, qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got:“Darizandina me ne adîlane ye. “

Sêyemîn danişîna doza 53 kesan ên di dema qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de yên di 26’ê Gulana 2016’an hatin girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê pêk hat. Danişîn li avahiya edlî ya beşekê wê salona Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) ye hate dîtin. Girtiyên li girtîgehên Tokat û Erziromê anîn danişînê. Biryar hat dayîn ku girtiyên din bi rêya SEGBÎS’ê parastinê bikin.

Bi sirgunê êşkenceyê li wan dikin

Piştî tespîta nasnameya girtî Osman Bozkurt, wî parastin kir û bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan da. Bozkurt, diyar kir ku tim sirgunî girtîgehên cuda tê kirin û wiha got: “Di van sirgunan de ez li rastî heqaretan têm. Ji ber ku dayîka min nexweş e nikare bê hevdîtina min. Ev salek û nîve li girtîgeha Bandirmayê dimînim. Malbata min nekarî bê hevdîtina min. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene, lê tedawiya min nakin. Niha jî nikarim nefesê bigirim. Ez bêhnê jî nastînim. Difna min zirar dîtiye. Ji ber van sedeman dixwazim sewqî Mêrdîn an jî Amedê bêm kirin.” Bozkurt, da zanîn ku piştî sewqa wî hat kirin dê parastina xwe bike.

 Êşê didin can û rihê wan

Girtî Hamît Acur ê ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê anîn danişînê parastin kir û  wiha axivî: “Ez tecrîta li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar û bi lanet dikim. Darizandina me ne adîlane ye. Gelek hevalên me ne anîne danişînê. Em nikarin bi parêzerên xwe re baş bişêwirin. Li ser me tim êrîş hene. Gava ez hatim binçavkirin li rastî êşkenceyê hatim. Diran û difina min şikandin. Fitîq di stûyê min de derket û hîna jî nayêm derman kirin. Di canê gelek hevalên me de parçeyên şarapnelê hene. Ne derman didin wan û ne jî tên tedawîkirin. 3 salin dixwazim bêm dermankirin, lê heya niha tu bersiv ji bo min nehatiye dayîn. Min parastina xwe  amade nekir. Di vê kelegerma havînê de 12 saetan em bi rê hatin. Min xwest bijîşik rapor bide. Lê ji min re gotin ‘Talûkeya jiyana te tuneye, ji ber vê yekê tu dikarî werî.’ Gelo ez ê dibin van şert û mercan de çawan parastinê bikim? Di danişîna bê de ezê xwe biparêzim.”

Ti delîl tine ne

Piştî parastina Acur Parêzer Zuhat Bîlen got: “Di qedexeyên Nisêbînê de trajediyên pir mezin rûdan. Di pêvajoya 40 salan de, bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bûyera niha em dijîn jî, parçeyekê vê pirsgirêkê ye. Ez difikirim ku di vê dozê de, ‘hiqûqa dijminantiyê’ tê birêve birin. Di îdîanemeyê de, girtî berpirsên polîsê di qezaya trafîkê de mirî jî, tên dîtin. Girtî di   îdîanameyek bêserûber hatî amedekirin de tên darizandin. Niha kes nikare îdîa bike ku yek muwekîlê min jî endamê rêxistinê ye. Hemû mûwekîlên min tenê di qedexeyên derketina derve de li nava bajêr bûn. Delîlek şênber a bi tenê  jî li ser wan nîne. Dadgeh divê rewşa girtina wan yek bi yek binirxîne û wan berde.”n MÊRDÎN