Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di daxuyaniya li Stenbolê dayî de got; “17 roj bi ser erdheja di 23’ê cotmehê de rû dan re derbas bû. Di 17 rojan de bi awayeke fermî xebateke ji bo tesbîtkirina ziyanan nehate kirin. Gelo wê kî hesabê vê û van mirinan bide?“
Kişanak got; “Em li bendê ne ku navenda krîzê û parêzgerî di demek zû de daxuyanî bidin. Ger di van 17 rojan de hemû avahiyan çênekiribin, gelo qet ne be, ji bo cihên ku civak lê dijî lêkolînek hate kirin?Ger kiribin jî encama wê ya fermî çî ye? Ger nekiribin sedema wê çî ye? Em baş dizanin ku gelek mirov bi dildarî, gelek xebatkarên teknîkê, endezyar xwestin di navenda krîzê de cih bigiri û ji bo tesbîtkirina ziyanan bixebitin. Gotin ku heta niha navenda krîzê dest bi xebateke wiha nekiriye. Gelo wê kî hesabê van mirinan bide? Divên hin kes rabin û vê rewşê îzah bikin.”
Belgeya avahiyan
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar beriya vê erdheja dawiyê daxuyaniyek da û wiha bersiv da texmînên ku digotin wê dîsa erdhej çê bibin; „Ez dikarim vê bibêjim ku navenda Wanê û Erdîş li hemberî erdhejê cihên bi ewle ne. Ji ber xeta fay a li vir şkestine, enerjiya xwe vala kirine. Di sê rojên destpêkê de dibe 3 heta 6 erdhejên bi hêz rû bidin. Piştî wê hêza wan kêm dibe. Di van sê mehan de wê gelek erhejên paşing ên ku em pêdihesin û pênahesin rû bidin. Bila kes neçe hindûrê avahiyên hilweşiyayî, lê dikarin biçin avahiyên din.“
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 23’ê cotmehê de cara yekemîn qebûl kir ku xebatên rizgarkirinê di 24 demjimêrên pêşî de ne serkeftî bûn, û dîsa BDP’ê tawanbar kiribû. Di erdhejan de ji bo rizgarkirina mirovan ji mirinê, saniye jî pir zêde ne, lê hikûmeta AKP’ê deriyê xwe ji bo alîkariya ji derve dihat girt, piştî çend rojan ji nû ve daxwaza alîkariyê kir. Rayedarên Tirk di her carekê de derdiketin ser televîyonan û behsa alîkariyên li Wanê dihatin belavkirin dikirin, lê tu carî der barê alîkariya ji Wanê re çûyî û hatî belavkirin agahiyeke zelal nedan. Lê di rastiyê de jî heta niha tu alîkarî ji hin gund û taxên Wan û Erdîşê re neçûne..
Piştî serdanên şanda BDP û KCD’ê ya di 7’ê mijdarê de li Wan, Erdîş û gundan Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş daxuyanî da û bal kişand li ser gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan a „em 24 saetên dest pêkê dereng man“ û wiha got: “Me di lêkolînên xwe yên duh de ev yek dît ku xwezî tenê 24 saetan dereng bimana. 15 roj derbas bûn û hebûna dewletê û hikûmetê hê jî nayê hîskirin. Hûn ne 24 seat, 15 rojan dereng man.”