
Amadekariya hilbijartinê
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim rola bingehîn ya hebûna were avakirin jî mîna avakirina zemîn û bingehê hilbijartina rêveberiyê û koordinekirina kar û xabatên pêvajoya kaosê ya heyî binav kirin. Muslim têkildarî sîstema tê xwestin were avakirin jî wiha axifî: “ Li Rojava em dixwazîn sîstemek wisa a civakî avabikîn ku nûnertiya hemû beşên civakê, hemû partiyên siyasî û heta nûnertiya her kesê tê de hebe. Gelo pêwîstî bi 20, 30 kesan heye, yan bi hîn zêdetir heye, bi kurtî çiqas pêwîst dike em dihizirîn ku li gorî wê şêwazek yê rêkxistinbûyî ava bikin. Evane wê amadekarî bikin, wê zagonên bingehîn pêkbînin. Dikarin rêveberiyekê hilbijêrin. Dikarin ji bo pirsgirêkên aborî, civakî, çandî, ewlehî û asayişê rêveberiyek avabikin. Ev komiteya amadekar heta dema hilbijartinan ji bo ku sîstemê avabikin wê amadekariyên xwe yên pêş bidin rêvebirin. Ev komîteya amadekar dikare di demek kin de bikeve hilbijartinan. Wê kurte projeyek zagonan were avakirin. Bi vî awayê wê gel jî bikaribe rastî û şaştiyan ji hev derbixe. Hemû kes wê yê mafdar û ne mafdar ji hev ciyewaz bike. Bi vî awayî wê huqûqa hatî pejirandin were rûniştandin. Hem di aliyê ewlehiyê de hem jî di aliyê netewî de.”
‘Hêna di asta guftûgoyê de ye’
Hevserokê PYD’ê destnîşan kir ku mijara avakirina rêveberiya demî hêna di asta nîqaşê de ye û li gor helwest û bersiva hêzên din ên Kurd wê pêvajo bi pêş bikeve. Têkildarî mijarê Muslim wiha berdewamiya gotinên xwe anî: “ Niha em vêya weke fikrekê nîqaş dikîn. Me ev bi gelek derdoran re nîqaş kir. Bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re ‘tiştek bi vî awayî çêbibe pêwîste çawabe’ me nîqaş kir. Me bi YNK’ê re nîqaş kir. Me bi partî û rêkxistinên civaka sivîl re nîqaş kir. Me bi nûnerên gelek saziyên li welat û dervey welat re nîqaş kir. Li her derê em di pêvajoya nîqaşkirina vê mijarê de ne. Lê di vê mijarê de heta niha me me tu biryar ne girtine. Eger em bersîva van nîqaşan di demek kurt de bigrîn wê başbe.”
Muslim her wiha bibîr xist ku di rewşa avakirina rêveberiya demî de jî wê Desteya Bilind a Kurd hebûn û rola xwe di asetek bilindtir de bidomîne.
Nezelaliya Konferansa Cenewreyê
Muslim hewldanên organîzekirina 2. Konferansa Cenewreyê ya tê xwestin paşeroja Sûriyeyê were destnîşankirin jî bibîr anîn û helwesta Kurdan a ji bo vê konferansê wiha rawe kir: “ Me jî bi awayek vekirî got; di hindir û derveyî Sûriyeyê de hêzeke muxalefetê heye. Em jî di nav de hene. Em jî hêzekîn. Hem hêza me ya leşkerî hem jî ya siyasî heye. Em hêzeke bidîsîplîn, zirerê nadîn derdora xwe û xwe diparêzîn. Ji ber vê yekê jî divê em jî di nava nîqaşên çareserkirina vê pirsgirêkê de hebîn. Me wek aliyê Kurd Desteya Bilind a Kurd avakir. Desteya Bilind a Kurd nûnertiya gelê xwe yê Kurd dike. Me di xebatên xwe yên li welatên Ewropayê de xwest vê mijarê bînin ziman. Gelek dewletan ev rewşe pejirand. Beriya herkesê Rûsyayê ev rastiye perjirand. Me di hevîtinên xwe yên bi Rusyayê yên 4’ê Hezîranê û 25’ê Hezîranê de anî ziman ku, divê Kurd jî cihê xwe di vê civînê de bigrin û Desteya Bilind a Kurd weke nûnerê gelê Kurd beşdarî civîna Cenevreyê bibe. Heta niha ev rewşe zelal nebûye. Ji ber ku sekna DYA’yê a di vê mijarê de hîn jî ne zelale.”
Muslim destnîşan kir ku dewletên Rojava naxwazin komên çekdar muxatab bigirin û beşdarî konferansê bikin lewra jî lidarxistina konferansa Cenevreyê tim texîr dibe.
Du hêzî nabe
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyar kir ku yek ji sedema herî mezin a pirsgirêkên di navbera partiyên Rojava de tên jiyîn ew e ku hinek partî hewil didin ji derveyî YPG’ê hêzek cuda ya çekdar damezirînin. Di vê der barê de Muslim destnîşan kir ku ew li Rojava ji derveyî YPG’ê damezrandina tu hêzên çekdar napejirînin û da zanîn ku ji bo li Rojava şerê biratiyê pêk neyê wekî Desteya Bilind a Kurd wê tenê hêzek leşkerî û fermandariyek hevpar hebe.
Muslim da zanîn ku li gorî biryara Desteya Bilind dê hêzeke leşkerî ya neteweyî bê avakirin û ev hêz dê tenê girêdayî Desteya Bilind be. Muslum wiha domand: “Hinek alî hene dixwazin ji bo xwe ji derveyî YPG’ê hêzek çekdar pêk bînin li hincetan digerin niha jî radibin dibêjin ‘YPG, ya PYD’ê yan jî ya TEV-DEM’ê ye’ Di vir de dixwazin bêjin ku ‘ya PYD’ê heye, divê ya me jî hebe.’ Bi vî awayî ji xwe re li hinceta digerin ku ev rewş seknek ne rast e. Me wekî Desteya Bilind ji destpêkê ve biryar da ku li Rojava çêbûna du hêzên leşkerî ne gengaz e. Ew ên ku dixwazin li gorî xwe hêzeke leşkerî damezirînin nêzikatiya wan ne rast e.”
Muslim bal kişand ser ku ji 19’ê Tîrmehê heta niha deriyê Sêmalka girtî ye û ji aliyê wan ve tu biryar an jî hincetên girtinê tune ne û da zanîn ku girtina derî bi temamî biryara hikûmeta Herêmê ye. Muslim diyar kir ku ew ji destpêkê ve li dijî nêzîkatiya ku deriyê sînor wekî amûrekê şantaj û gefan ji siyasetê re dikin mal û wiha berdewam kir; “Dibe kû her dem di navbera partiyên siyasî de lihevnekirinên siyasî hebin. Lê bi girtina deriyê sînor ku mirov dikare bibêje şîrê di destê zarokan de jê bistînin ev ne nêzîkatiyeke wisa ye ku bê pejirandin. Di demek wisa de ku xizanî zêde bûye girtina deriyê sînor ji bazirganiyê re biryarek ne di cih de ye. Em hêvî dikin ku ev derî di demek kin de were vekirin.”
Muslim da zanîn ku wan hîn destpêkê gotibûn rêvebirina welatekî berpirsyarî dixwaze û wiha got; “Me di vê mijarê de bang li her kesî kir ku bên destê xwe bixin bin kevir û vê berpirsyariyê em hemû bi hev re parve bikin. Lê mixabin heta niha di vê mijarê de ji aliyê tu kesî ve destek nehat dayîn.” Di berdewama axaftina xwe de hevserokê PYD’ê Salih Muslim partiyên Rojava rexne kir û bal kişand ku ji bo kirina siyasete pêwîstî bi berpirsyarîgirtinê heye.
NÎHAT KAYA/WEHBÎ DEMÎR/DÎHA/HEWLÊR