Qesrên Çelê yên dîrokî bi salan ji ber xemsariyê hilweşiyan, niha jî bi projeyeke restorasyonê wê ji maneya xwe bên şûştin û ji şaredariyê re bibe ranta weke cafe, restorant û hotel.
Xirakirina mîrateya çandî û dîrokî, ne tenê bi hilweşandinê dibe. Gava şûnwarek, berhemek, avahiyeke dîrokî ji maneya xwe ya civakî tê qutkirin, ji civakên insanan ên di navê de tê qutkirin, ew bi rengekî ji rengan xirakirina wê ye. Gava Ziyareta Girnewas a Nisêbînê li serdana xelkê qismî hat girtin, dara miradan hat birrîn, ya qewimî ev bû. Erê li Girnewas devereke şên a dawiya neolîtîkê hat dîtin; heta bi serdema Asûriyan di sedsala 7´an beriya Mîladê de jî ev dever şên ma. Hema li jêra wan, nedûrî wan, wê piştî bi du-sê hezar salan şaristaniyekê Girê Mozan ji xwe re bikira paytext. Lê piştî ku axê da ser wê şaristaniyê jî xelkê Nisêbînê û derdora wê, bi dara mirada ya Girnewas ve paçên xwe girêdidan tevî hêvî û xweziyên xwe. Gora li serê gir jî tewaf dikirin, heft kevir yan jî parçeyên dîzikên hezarsalî datanîn ser hev û li wê jî miradê xwe di dilê xwe de digotin. Ha cihê wê gorê, sala 1980´yî weke paytexta Mîtaniyan Waşokanî bihata hesibandinê; lê kolanên arkeolojîk ên destpêka salên 1980´yî wê rastiya li jor derxistana holê. Ha hingê hem dara miradan hat birrîn, hem jî gora ziyaret a li ser gir hat kolan.
Ew mîrata ku bi ziyaret, çîrokên li ser mîrê cinan, Newas û dara miradan, tevî efsûna hezarê salan, ew çand û mîrate manedar dikirin. Ji ber wê jî di vê çarçoveyê de kolanên arkolojîk, restorasyonên xanî, qesr, avahiyên din û rehabîlîtasyona jîngehan heger dikare bibe beşek ji dewamîbûna civakî û maneyên xwe yên li ser hev berhevbûyî ji dest nede, serketî ne.
Dewleta Tirk bi xwe li Kurdistanê ji berê ve siyaseteke wisaya şûnwaran bi rê ve dibe ku ya heyî hem bi restorasyoneke çelexwarî texrîb dike, hem jî bi kolanên arkeolojîk, maneyên ku bi xwe jî mîrateyên çandî ne, tine dike. Jixwe ya ku li Heskîfê bi barkirina çend avahiyan anîn serê dîroka mirovahiyê jî ev bi xwe bû.
Ev siyaset îro jî dewam dike. Li navçeya Colemêrgê Çelê, malên Çelê yên kevin bi gotinên xelkê deverê “qesirên” Çelê niha ketine ber xirakeriyeke dewleta Tirk a nû. Dewleta Tirk û şaredariya Çelê bi hev re van qesran qaşo restore dikin. Ev restorasyonên qelb ên dewleta Tirk, di çarçoveya rantê de vediguherin qirkirineke sîstematîk a çandî. Şaredarî û dewleta Tirk plan dikin van qesrên dîrokî bikin cafe, restoran û otel.
Rant ji şaredariyê re diçe
Ev malên Çelê jixwe beriya niha ji ber xemsariya dewleta Tirk gelek ji wan hilweşiyabûn. Yên mayî jî gelekên wan li ber hilweşînê ne. Ji wan malên di quntara çiyê de, herêma Çelê hemû xuya dike. Ji sala 2019’an de di bin navê Projeya Rojhilatê Anatolyayê (DAP) de ji hêla şaredariya Çelê ya AKP’ê ve projeyek di bin navê restorekirinê de hat amadekirin û Qesrên Çelê jî di nav vê projeyê de cih girtin. Di vê çarçoveyê de wê 21 xanî wê werin restorekirin. Piştî restorasyonê jî wê wekî, kafe, restoran û otel şaredarî wan bi kar bîne.
Sîstema germkirnê ya qesran heye
Di van malan de berê malmezinên herêmê, cihûyên nava bajêr diman. Ji van malan re qesr tê gotin ji ber ku duqatî ne. Qata jorê aliyê xaniyê malê ye û qata jêrê weke kîler, kewar hatiye bikar anîn. Heta beriy bi 15 salan jî gelek ji van xaniyan ji bo xelkê Çelê star bûn. Aliyekî van xaniyan ê din jî sîstema wan a germkirinê ye. Di nava xaniyan de lûleyên zingargirtî yên vê sîstemê îro jî xuya dikin di nava van xaniyan de. Xemsariya dewleta Tirk kiribûn ku gelek ji van xaniyan bibin menzila defînegeran. Wan jî bi kolanê gelek deverên qesran hilweşandine.
Restorasyoneke ji dil lazim e
Ji şêniyên Çele Emîne Akbaş nerazî ye hem ji ber derengmanê û hem jî ji ber ku restorasyon kirin meseleya rantê, nerazîbûn nîşan da: “Ez ji Çelê me. Bi salan e, em li vir in. Bi salan e, şêniyên herêmê dixwazin ku mal bên restorekirinkirin. Lê ev daxwaz hertim ji aliye Wezareta Çand û Turîzmê ya dewleta Tirk ve hat piştguhkirin. Pêşî wexta gotin wê bên restorekirin, em kêfxweş bûn. Lê tê gotin, wê van xaniyan veguherînin cafe, restoran û otelan, dahata wan jî wê ji şaredariyê re be. Ev jî bi rastî mirov xemgîn dike. Diviyabû li gorî xwezaya xwe, derdora xwe bihata restorekirin û parastin.”
COLEMÊRG