Rojnamevan û analîstê ji Başûrê Kurdistanê, Kemal Çomanî di ser hesabê xwe yê twîtterê, li ser hevdîtinên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Başûrê Kurdistanê nihêrînên xwe parve kirin. Li gorî wî, herdu partiyên sereke YNK û PDK jî, ne xema wan e ka çi li xêra xelkê ye, yan jî hikûmetke baş çawa tê avakirin. Yekane xema wan li gorî Çomanî ew e ka wê çawa postan û pereyan parve bikin. nihêrînên wî weke li jêr in:
“PDK û YNK´ê nekarî li hev bikin ji ber ku ya yekê, YNK´ê ji PDK´ê dixwest ku peymanekê li ser wê yekê ku waliyê nû yê Kerkûkê wê tevî Serokwezîrê nû yê Hikûmeta Herêmê îmze bike; PDK´ê soz da lê nexwest belgeyeke fermî mohr bike.
Ji ber vê yekê, YNK´ê red kir ku beşdarî rûniştina parlamenê ya 18´ê Sibatê bibe ji bo berdevkê nû yê parlamenê. Lê PDK´ê israr kir ku rûniştin bibe, lewma wê bi Gorranê re li ser kotayên zêde li hev kiribû. Berdevk hat hilbijartin, lê wê demkî be.
Dema ku PDK û YNK´ê li hev kir, berdevkê PDK´ê wê îstîfa bike, ji bo namzetê YNK´ê. Di heman demê de YNK ji PDK û Hikûmeta Herêmê dixwaze bi serokkomarê Iraqê re kar bibe û dilê wezîrê dadê yê YNK´yî jî xweş bike. Bi ser de jî YNK dixwaze parvekirina (desthilatê) ya nîvî bi nîvî dewam bike.
PDK bi xwe dibêje, 45 kursiyên wê hene, tenê 21 ê YNK´ê hene û bi ser de jî YNK sedema “jidestdana Kerkûkê“ bûye, ji ber vê jî; PDK naxwaze miameleya berê bi YNK´ê re bike. Jixwe ji berê de wan serê xwe bi wê diêşand ku namzetê YNK´ê yê serokkomariyê karî bi yê PDK´ê.
YNK wê beşdarî hikûmeta herêmê nebe heta ku PDK namzetê YNK´ê ji bo Kerkûkê qebûl bike. PDK naxwaze ku YNK weke serketiyekî vegere Kerkûkê. Ew dixwazin YNK li bajêr li xwe kêm bike, lewma hêza YNK´ê ya siyasî ya sereke Kerkûkê, her 6 parlamenterên Iraqê yên Kurd ên bajêr jî ji YNK´ê ne.
Arîşeya PDK û YNK ti elaqeya xwe bi jiyana xelkê, ajandaya hikûmeta herêmê, siberoja herêma Kurdistanê, demokrasî, serweriya hiqûqê û rêveberiyê re nîne, ew bêhtir li ser wê yekê ne, ka kî wê çi qasî bistîne, yê din wê çiqasî bide, post û çavkanî wê çawa bên parvekirin. YNK gefê dixwe ku Herêma Kurdistanê li du rêveberiyan dabeş bike.
Dibe ku mirov bipirse, ji bo çi YNK nikare waliyê nû hilbijêre, tevî ku ew li Kerkûkê partiya sereke ye. Sedema vê ew e ku di Lîsteya Meclisa Wilayeta Kerkûkê de endamên PDK´ê hene. Pirrniya wan YNK´yî bûn ku îstîfa kirin da ku li Bexdayê postên baştir bi dest bixin yan jî bibin parlamenter. Ev e koza PDK´ê.”
NAVENDA NÛÇEYAN