
Kirasê kar yên ji bo bedenên piçûk, diyar e ji bo zarok bi hezkirin li xwe bikin, ji qumaşê rengê sor hatiye çêkirin. Cumayê ku hêj diranên wî yê 6 salî nû ketiye, di nava vî kirasê qirêj de wekî mirovekî temen mezin poz dide. Li Minbicê malbatên ku zarokên xwe di temenê dibistanê de rêdikin tamîrxaneyan, xwe û zarokên xwe bi siûd dibînin. Ji ber vê yekê li bajêr bo zarokên biçûk jî kirasên kar hatine dirûtin. Li cem gelek hosteyan zarokên ku hêj diranên wan yên 6 salî nû ketine, dixebitin. Yek ji wan zarokan jî Cumayê bi kirasê kar ê sor e. Her çiqas rengê vî kirasê wekî kîs dirûtî sor be jî ji dohn û mazotê reş bûye. Em dema çav pêdikevin, wesayitê disekinînin û li navê wî dipirsin.
Gava ku ew çav bi mekîneya wênegir dikeve, direve û xwe li pişt wesayîteke parkkirî vedişêre. Ez jî ji wesayitê daketim û piştî çend henekan, min ew bo kişandina wêne qanih kir. Zarokê Minbicî, destên wî di berîkê de weke kesekî kal bûyî û piştre biçûk bûyî poz dide min.
ABDURRAHMAN GOK / DÎHABER / MINBIC