
Parlamentoya Iraqê berî sê rojan hebûna leşkerên Tirk yên li Iraqê weke dagirkerî bi nav kir û daxwaz kir ku ji Iraqê der bikeve. Her wiha hêzên Koalîsyona Navnetewî jî ragihand ku hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Iraqê ne qanûniye û bê daxwaza fermî ya hikûmeta Iraqê hatine.
Cigirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş pêr ragihand ku çûna hêzên Tirkiyê ya Iraqê li ser daxwaza Mesûd Barzanî ye. Doh jî Serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim jî ragihand ku hêzên eskerî ên Tirk wê li Iraqê bimînin.
Di vê çarçoveyê de Tevgera Goran û Komelaya Îslamî dagirkirina artêşa Tirk xaka Kurdistanê û Iraqê û hevalbendiya PDK´ ya bi dewleta Tirk re rexne kirin.
Li gel helwesta netewî ya gel in
Endamê Civata Niştîmanî yê Tevgera Goran Çalakî Mihendis li ser hebûna leşkerên Tirk ên li ser xala Herêma Kurdistanê û Iraqê got ew li dijî anîna hêzên Tirk û li dijî mayîna wan ya li ser xaka Herêma Kurdistanê ne.
Her wiha Çalakî Mihendis da xuyakirin ku li dijî hebûna hêzên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê, li gel helwesta netewî ya gel in. Mihendis got; “Li gorî me piştgirikirina leşkerên Tirk cerdevantiye. Nabe ew leşkerên Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê bimîne.”
Xiyanet û cerdevantî ye
Çalakî Mihendis diyar kir ku Tevgera Goran her tim li dijî hatina leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û wiha peyvî; “Bi hemû rengî Tevgera Goran dijî xizmetkirina ji bo dijminekî weke Tirkiyeyê ye û vê yekê jî weke xiyanet û cerdevantiyê dibîne.
Komeleya Îslamî: Mayîna hêzên biyanî zererek mezin çêkiriye
Endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Kameran Baban Zade got ku anîna hêzên biyanî ya ser xaka Herêma Kurdistanê zererek mezin gihandine herêm û hevsengiya hêzên herêmê.
Kameran Baban Zade diyar kir ku parçebûna di nava hêzên li herêma Kurdistanê de çêbûye, wisa kiriye ku her aliyek hêzekî biyanî bîne: “Anîn û hiştina hêzên biyanî li ser xaka Herêma Kurdistanê, zererek mezin gihandiye Herêma Kurdistanê. Her wiha hêzên biyanî û derve ti demê ji bo Herêma Kurdistanê nebûne cihê xêr û bereketê.”
Ti sedema mayînê nîne
Zade diyar kir ku nina û piştî şerê Mûsilê ti sedemekî ji bo mayîna hêzên biyanî li Iraqê nîne.
Têkildarî daxuyaniya Numan Kurtulmuş a hatina leşkerên Tirk ji bo Iraqê li ser daxwaza Mesûd Barzanî ye, Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Îslamî Kameran Baban Zade got; “PDK’ê li gor desthilata xwe li gel Tirkiyê lihevkirin çêkiriye û ev hêz bicih kirine.”n NAVENDA NÛÇEYAN